Serok Barzanî: Papa Francis ji bo mirovahî û aştiyê kesayetekî mezin bû

21-04-2025
RÛDAW
Nîşan Papa Francis Serok Mesûd Barzanî Vatîkan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser koça ya Papayê Vatîkanê Papa Francis got, "Kesayetekî mezin bû ku roleke wi ya mezin di belavkirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû."

Rêberê rûhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, piştî nexweşiyên ku demeke dirêj berdewam dikirin di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Serok Mesûd Barzanî li ser koça ya Papa Francis peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya Papayê Pîroz ê Vatîkanê (Papa Francis) gihîşt min.

Papa Francis kesayetekî mezin bû ku roleke wî ya bilind di belavkirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû.

Pirse û sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî xwişk û birayên Mesîhî yên li Kurdistan, Îraq û seranserê cîhanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ruhê Papayê Pîroz Francis şad be û ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyan bibexşîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst