Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ragihand ku divê mafên neteweyî yên gelê Kurd bê şert bên naskirin.
Ji aliyê HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PWKyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê komxebata bi navê “Li Hemberî Nîqaş Û Geşedanên Dawî Divê Kurd Çi Bikin” hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya hevbeş a partiyên navborî, zêdetirî 300 rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl yên xwedî nêrînên cuda beşdarê komxebata bûn ku 20ê Nîsana 2025an pêk hat.
Di komxebatê de gelek beşdaran nêrînên xwe anîn zimên û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, rûxandina rejîma Esed, paşeroja Rojavayê Kurdistanê, gotûbêjên di çarçovey “çek danîn û tasfiyekirina PKKyê” û siyaseta ku divê aktorên siyasî yên Kurd bişopînin hatin gengeşîkirin.
Di komxebatê de biryar hat dayin ku ev encamnama jêrîn ji raya giştî re were parvekirin:
“Di navenda geşedanên Rojhilata Navîn de pirsgirêka Kurdan cih digre
Geşedanên dawîn yên li Rojhilata Navîn di heman demê de bandorê li çar parçeyên Kurdistanê jî dike.
Welatê ku herî zêde di bin bandora geşedanên dawî de maye Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye.
“Derfetên dîrokî li pêşiya Kurdên Sûriyeyê derketin holê”
Hilweşîna rejîma Baas a 61 salî ya bi xwînî, derbeyeke mezin li nîzama dijê Kurd xist û derfetên dîrokî li pêşiya Kurdên Sûriyeyê derxist holê.
Komxebata me girîngiyeke mezin dide wê yekê ku li Rojavayê Kurdistanê hemû partiyên Kurdan li dor bernameyeke niştimanî ya hevbeş a hevgirtina xwe pêk bînin da ku sûdê ji firsendên dîrokî yên ku li Sûriyeyê derketine pêş bigirin û li himberî rîsk û xeteriyan yekhelwestiya xwe bihûnin û ew wekî şandeyeke hevbeş bi rêveberiya Şamê re bibin muxatab.
“Em piştgiriya hewlên yekrêzî û nêzîkbûniyê dikin”
Di vê çarçoveyê de komxebata me hevdîtina birêz Mesûd Barzanî û Mazlûm Ebdî ya li Hewlêrê û hewlên Hikumeta Herêma Kurdistanê yên dîplomatik bi dewletên herêmê û hevdîtinên bi aliyên Kurdan re erênî dibîne û bi hemû awayî piştgîriya hewlên yekrêzî û nêzîkbûniyê dike.
Yek ji welatê ku geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn bandor lê kiriye jî Tirkiye ye.
Geşedanên li herêmê pirsgirêka Kurdan dîsa xiste rojeva Tirkiyê.
Pêvajoya ku Çiriya Pêşîn a 2024an bi banga Devlet Bahçelî dest pê kir û bi hevdîtinên bi Ocalan re li Îmraliyê dewam kir, lez da nîqaşên li ser pirsgirêka Kurdan.
“Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan ti bername dernexistine holê”
Ji aliyê din ve hikûmeta Tirkiyeyê heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan ti bername dernexistine holê.
Berovajî vê yekê, hîn jî pirsgirêka Kurdan bi PKK û terorê re girê dide û naveroka rastiya pirsgirêkê vedişêre.
Di lihevkirina dewleta Tirk û Ocalan a 27ê Sibatê de derketibû pêş ku PKK dest ji çekan berde.
“Çekberdana PKKyê gaveke erênî ye”
Çekberdana PKKyê gaveke erênî ye. Ji bo dawîlêhatina mirinan û dawîlêhatina tundiyê, danîna çekan gaveke girîng e.
Lê ev bi tena serê xwe nayê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, her wiha ev yek aştî û aramiyekî berdewam jî peyda nake.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê têgihiştineke berfireh, radîkal û wekhevîxwaz pêwîst e.
Beriya her tiştî divê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê rast û dirust were pênasekirin.
Miletê Kurd ku welatê wî hatiye parçekirin û parvekirin, bi tevî her cure polîtîkayên zext, înkar, îmha û asîmîlasyonê heta roja me ya îroyîn jî hebûna xwe parastiye û li ser axa xwe wekî neteweyek qedîm, xwedî zimanê xwe yê dewlemend û çanda xwe ya xurt e.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nifûsa Kurdan nêzîkî 30 milyonî ye.
“Mafê Kurdan e di nav azadî û ewlehiyê de bijîn”
Mafê neteweya Kurd e ku li Kurdistanê jiyaneke bi rûmet û dûr ji bindestî û tirs û xofê, di nav azadî û ewlehiyê de bijî.
Wekî her miletî mafê miletê Kurd jî heye ku bi azadî li ser paşeroja xwe biryarê bide, li welatê xwe bi statuyeke siyasî xwe bi rê ve bibe û li dijî zilm û zordestiyê li ber xwe bide.
Li gorî pêkhateya pirneteweyî, pirçandiyê, divê dewleta Tirkiyeyê bi şêwazeke federal a li ser esasê şirîkatiyeke wekheviyê ji nû ve were avakirin.
Divê ziman, çand û maf û azadiyên demokratîk ên Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn, bi tevahî bên naskirin û rê bide ku Kurd li cihên ku lê pir in, xwe bi rê ve bibin.
Divê dawî li polîtîkayên qirêj, biçûkxistinê û asîmîlasyonê bi taybetî yên li ser jin û ciwanên civaka Kurd bê anîn. Û piştgirî li têkoşîna wekhevî û azadiya jinan bê kirin.
Komxebata me balê dikişîne ser wê yekê ku ji bo avakirina demokrasiyeke li gorî pîvanên gerdûnî û çareseriyekî dadmen û wekhev a pirsgirêka Kurdan, hewcedarî bi gavên jêrîn hene:
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd avakirina hawîrdoreke azad, demokratîk, ji tundiyê dûr ferz e.
Pêvajoyeke muhtemel a ku jibo çareseriya pirsgirêka Kurdan dest pê bike, divê vekirî û şefaf be û bi beşdariya hemû aliyên Kurdistanî bi rê ve biçe.
Divê dewleta Tirk bi Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re bikeve nava diyalogê û rêz li mafê xwerêvebirina gelê me bigire.
Ji bo di siyasetê de dawîlênanîna tundiyê divê bi lezgînî hemû alî gavên pêwîst bavêjin.
Divê rastiya neteweya Kurd bê naskirin, maf û azadiyên bingehîn ên ku bingeha netewebûnê ne, bi destûrî bêne garantîkirin.
“Divê mafên netewî yên Kurdan ti caran nebe mijara bazarê”
Em carekî din didin xuyakirin ku divê mafên netewî yên rewa yên neteweya Kurd ti caran nebe mijara bazarê û bê şert û merc û zûtirîn dem werin naskirin.
Ger em hêza xwe bikin yek, teqez em dê bi ser bikevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse