Serokê CHPyê çû serdana DEM Partiyê

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan DEM Partî CHP Serdan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji bo ku bi Hevserokên Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinekê bike çû navenda partiyê.

Cîgirên hevserokan Ozlem Gunduz û Mehmet Tiryakî jî di civînê de amade bûn.

Ozel û şandeya pê re li ber Navenda Giştî ya DEM Partiyê ji aliyê Tiryakî û Gunduzê ve hatin pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Ozel, ji Hatîmogullari û Bakirhan re hêviya serkeftinê aniye ziman.

Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinê de hilbijartinên herêmî û hevkariyên muhtemel werin avaftin.

Piştî civînê dê her du alî daxuyaniyeke hevpar bidin çapemeniyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst