Rojava: Pirsgirêka xwendekarên polên 9 û 12an çareser nebûye

21-04-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê /Wêne: Ji vîdeoyê
Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Xwendekar Hikûmeta Sûriyê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî dan û standinên şandeya Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, hêj pirsgirêka xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên her du polên 9 û 12an çareser nebûye.

Li gorî zanyariyên ku gihiştine Tora Medyayî ya Rûdawê, tenê li parêzgeha Hesekê, 28 hezar xwendekarên her du polan li di bin metirsiyê de ne ku ji pêşkêşkirina ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2024-2025an, bêpar bimînin, yan jî neçar bibin ku biçin parêzgehên din ên Sûriyeyê, di demekê de ku ev yek ji bo wan gelekî zehmet e.

Kesûkarên wan xwendekaran, bi rêya Rûdawê dixwazin dengê xwe bigihînîn Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê û hêvî dikin ku di demeke herî ku de ev pirsgirêk çareser bibe.

"Xwendekar û malbatên wan rastî zehmetiyan tên"

Parêzer Meen Himêdî  li ser pirsgirêk xwendekaran û dan û standinan wiha got:

"Pirsgirêka xwendekarên amadeyî û lîseyê, tevî dan û standinên di navbera Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê û şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ên li Şamê de hîn jî berdewam e.

Ev yek bûye sedem ku xwendekar û malbatên wan rastî zehmetiyan bên.

Her wiha vê yekê wiha kiriye ku gelek xwendekar neçar bûne ku ji bajarên xwe biçin bajarên din ên Sûriyeyê.

Divê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê yan Rêveberiya Xweser pisgirêka 25 hezar xwendekarên bilez çareser bike."

Wezareta Perwerdeyê dema tomarkirina xwendekaran heta dawiya vê meha Nîsanê dirêj kiriye.

Lê belê eger heta wê demê pirsgirêk çareser nebe, rewşa xwendekarên parêzgeha Hesekê gelekî zehmet dibe.

Lewma jî kesûkarên wan xwendekaran daxwaz dikin ku ev pirsgirêk girêdayî dosyeyên din nemîne ku dibe her tişt bê derengxistin, lê ezmûnên xwendekaran nabe bêne derengxistin.

"Em hêvî dikin zû çare bê dîtin"

Meen Himêdî xwest ku ev pirsgirêka di navbera her du aliyan de zûtir bê çareserkirin û wiha pê de çû:

"Kesûkarên xwendekaran û xwendekar bi xwe, hêvî dikin ku çarenivîsa wan û paşeroja wan, bi pirsgirêk û nakokiyên helpesartî yên navbera wan ve ne girêdayî be.

Her wiha proseya ezmûnan bê diyarkirin, dûr ji hemû rêkeftinên din, bi awayekî ku her du alî bigihêjin çareyên yekalîker û rîşeyî, di zûtirîn dem de.

Em kesûkarên xwendekaran, hêviya me heye ku çare di zûtirîn dem de bêne dîtin, bi taybetî deriyê tomarkirinê ji bo ezmûnên her du qonaxan, dawiya vê mehê ye.

Lê heta vê kêlîkê li navçeyên Cizîrê nehatiye vekirin, wiha jî dema dawî ji ezmûnan re, tenê 2 meh û çend roj mane."

Li gorî ku Rûdawê ji çavkaniyeke agahdar ji Perwerdeya Sûriyeyê zanyarî wergirtine, her du alî nêzîkî rêkeftinê ne, di nav de jî pirsgirêka ezmûnên her du polên 9 û 12an.

Lê tevî wê yekê jî, tirs li cem xwendekaran heye ku sala wan ji dest wan here.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst