ŞIRNEX - Gundê Keldaniyan Herbol ji nû ve tê avakirin

21-04-2025
RÛDAW
Gundl Herbolê /Wêne: AA
Gundl Herbolê /Wêne: AA
Nîşan Şirnex Herbol Keldanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keldaniyên ku di salên 1990î de ji gundê xwe Herbolê yê Şirnexê koçî Ewropayê kiribûn, êdî vedigerin gundê xwe.

Gundê Herbolê dikeve quntara Çiyayê Cûdiyê yê navçeya Silopiyê ya parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê.

Herbol gundekî dîrokî yê Keldaniyan e, berî 35 salan bi hincetên ewlehiyê hatiye valakirin û nişteciyên wê ji neçarî koçî Ewropayê kirin.

Petrus Karatayê 70 salî berî çend salan ji Fransayê vegeriya ye û ji nû ve dest bi avakirina gundê xwe kiriye.

Ew dibêje dê temenê xwe yê mayî li gundê ku lê ji dayik bûye derbas bike.

"Me xwest em gundê xwe vejînin"

Nişteciyê Gundê Herbolê Petrus Karatay li ser avakirina gundê xwe wiha got, "Li vê derê me xwest em gundê xwe vejînin.

Me xwest em bi derfetên xwe yên li Ewropa û zanyariyên xwe yên li vê derê li herêmeke xweş gundekî mînak û sûdmend ava bikin.

Em dixwazin gundekî xwedî standartên bilind ava bikin û ez niha dikarim derfetên xwe yên li Parîsê li vî gundî jî dabîn bikim."

Li gundê Herbolê berî sala 90î zêdeyî 2 hezar niştecî hebûn, lê niha tenê 7 malbat vegeriyane û 5 malbatan jî biryara vegerê daye.

"Ji bo ku mirov vegerin tiştê ji destê min bê ez dê bikim"

Petrus Karatay ji bo ku xelkê gund veger hewl dide û got, "Min biryara xwe daye û ez dê li vê derê bijîm.

Heta ji destê min were ez dê şertên li gund baştir bikim da ku mirov vegerin vê derê."

7 hezar dar çandine

Petrus Karatay piştî vegeriyaye gund 7 hezar darên fêkî çandine û pirsgirêkên rê, av û elektrîkê çareser kirine.

Niha jî ji bo vekirina dêrekê û kargeheke qumaşê şal û şepikan dixebite ku berê li gundê wan dihat berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst