Hevserokê DEM Partiyê: Em nabin çenteyê alîkariya bilez ê ti kesî

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) derbarê hilbijartinên xwecihî yên sala bê de got, "Em nabin çenteyê alîkariya bilez ê ti kesî."

Encûmena Partiyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro bi rojeva pêşhatên dawî yên siyasî û hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an li navenda giştî ya DEM Partiyê civiya.

Civîna ku dê amadekariyên hilbijartinan û biryarên dawî yên derbarê stratejiya hilbijartinên xwecihî bên dayîn bi axaftina Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dest pê kir.

Bakirhan di axaftina xwe de li ser hilbijartinên xwecihî bêyî ku nav bîne çend peyam dan Partiya Gel a Komarî (CHP) ku HDPyê di hilbijaritinên borî de li bajarên mezin ên Tirkiyeyê piştevaniya wê kiribû û bi wê piştîvaniya hejmarek şaredariyên bajarên mezin bi dest xistibûn.

“Em nabin çenteyê alîkariya bilez ê ti kesî”

Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan got, "Em nabin çenteyê alîkariya bilez ê ti kesî.

Ez dixwazim diyar bikim em ne hêzeke yedek in ku her dem ji bo pansûmanê bigihin hawara wan kesên li ser her sindoqan ser û çavên wan dişikên.”

Bakirhan da zanîn ku dê ji civîna wan a Encûmena Partiyê biryarên girîng derkevin û anî ziman, “Yek ji wan hilbijartinên xwecihî ye.

Ya din jî bidawîanîna tecrîdê û li gel wê çareseriya demokratîk a Pirsa Kurd e.

Ev her du rojev li gel krîza aborî dê di rojên pêş de rojevên xebata me bin.”

“Çavê her kesî li ser biryarên partiya me ye”

Hevserokê DEM Partiyê amaje bi girîngiya hilbijartinên xwecihî da û got:

"Çavê her kesî li ser biryarên partiya me ye. Ev hilbijartin ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê dê ji bo partiya me jî encamên girîng bîne.

Ev hilbijartin dê di serî de bibe hilbijartineke hesabpirsîna me ya ji qeyûman ku îradeya gelê Kurd zeft kirine.”

Bakirhan mijara qeyûman wekî yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Kurdan bi nav kir û wiha pê de çû:

“Ji ber vê yekê ne tenê bajarên ku qeyûm li serê hatine danîn di heman demê de li herêmê û erdnîgariya Kurdistanê jî em dê şaredariyên ku xirab tên birêvebirin vê carê teqez bigihînin nerîna xwe ya rêveberiyên xwecihî yên demokratîk.

Em vê carê bi gelên xwe re teqez rê nadin tinehesibandina îradeya me.”

Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de got, “Ev hilbijartin di meşa me ya îrade û azadiyê de rawestgeheke girîng e.

Em dê di van hilbijartinan de bi hev re bînin bîra wan aliyan ku 14ê Gulanê digotin ti bandora wan a siyasî li ser me nîne ka çawa em li xalek stratejîk û yekalîker cih digirin.”

Ji CHP û AK Partiyê re peyam

Hevserokê DEM Partiyê herwiha peyamek da hem CHP û hem jî AK Partiyê û diyar kir:

”Ji bo me, yên ku civakê tine dihesibînin û bi sermayedaran re ne, ne rewa ne.

Li cem me kesê gendeliyê dike diz e. Ti girîngiya partiya wî nîne.

Çi çira be û çi jî tîr be kî ji demokrasiyê û çareseriya Pirsa Kurd bireve û xizmetên herî sereke yên şaredariyan pêşkêş neke em dê li dijî wî bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst