PWK: Bila Îraq û NY ji ber êrişên wê yên hovane ji Îranê hesab bipirsin

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK Îran Hewlêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişên Îranê yên li Hewlêrê bi tundî şermezar kirin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya yek salî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

PWKyê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Ev êrişa terorîstî ya Supaya Pasdaran a Îranê yekser xelkê sivîl ên Hewlêrê û Balafirgeha Hewlêrê ji xwe re kirine armanc.

Ev êrişa dijminane ya dewleta terorîst a Îranê, nîşana dijminatiya gelê Kurdistanê ye.”

PWKyê bangî Îraq û Neteweyên Yekbûyî kir:

“Em bangî dewleta Îraqê û Netewên Yekbûyî dikin da ku li himberî van êrişên hovane dengê xwe bilind bikin û ji dewleta terorist a Îranê hesab bipirsin û rê li ber êrişên terorîstî yên wê bigirin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst