Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê: Em ji ber bûyerên li Hewlêrê dilgiran in

16-01-2024
RÛDAW
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê ji malbata Pêşrew Dizeyî re sersaxî xwest
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê ji malbata Pêşrew Dizeyî re sersaxî xwest
Nîşan Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut Îran Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê Mehmet Mevlut Yakut, li hemberî êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê, hevxemiya xwe nîşan da.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Di vê êrişa Îranê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê Mehmet Mevlut Yakut îro li Hewlêrê beşdarî şîna Pêşrew Dizeyî bû û ji malbata Dizeyî re sersaxî xwest.

Mehmet Mevlut Yakut diyar kir ku wî Pêşrew Dizeyî ji nêzîk ve nas dikir û got, “Kesekî ezîz û dilgerm bû.”

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li ser pirsa Rûdawê ya “Hûn derbarê êrişan de çi dibêjin?” got:

“Em ji bo piştgirî û piştevaniya xwe diyar bikin û sersaxiya xwe pêşkêş bikin li vir in. Min birêz Pêşrew ji nêzîk ve nas dikir. Mirovekî ezîz û dilgerm bû.

Ew karsazek bû. Em hatine vê derê ji bo malbatê hevsoziya xwe pêşkeş bikin û ji malbatê re sersaxiyê bixwazin. Em ji ber bûyerên şevê din ên li Hewlêrê rû dane dilgiran in.”

Li Hewlêrê çi bû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst