Fransa: Divê êrişên li Hewlêrê werin rawestandin

16-01-2024
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Fransayê Hewlêr Êriş Şermezarkirin Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Fransayê da zanîn dive êrişên Îranê yên li Hewlêrê werin rawestandin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

“Em bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ne”

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi rêya daxuyaniyekê ev êrişên Îranê şermezar kirin û got:

“Em hikûmeta herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê piştrast dikin ku em bi timamî hevsozên wan in û em bi wan re ne.”

Wezareta Karên Derve ya Fransayê detsnîşan kir ku “Divê ev êriş werin rawestandin” û pê de çû:

“Fransa êrişên mûşekî yên Supaya Pasdaran a Îranê yên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike.

 Ev êriş binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê ne û nayên qebûlkirin.

Herwiha ev êriş dibin sedema zêdebûna tevliheviyên li herêmê û dive werin rawestandin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst