Efrîn - Erebekî hawirde ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Erebên Hawirde Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Erebekî hawirde ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin.

Di van demên dawî de li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên girêdayî wê ve hatine dagirkirin alozî û pevçûn her ku diçe zêdetir dibin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Şêxotkayê yê navçeya Mabatê ya Efrînê du Erebên hawirde yên pismamên hev ji ber meseleyeke berê ya tolhildanê pev çûn.

Di pevçûnê de ciwanekî di salên xwe yên bîstî de ji aliyê pismamê xwe ve hat kuştin.

SOHRê da zanîn ku her du Erebên hawirde ji bajarê Hemayê yê Sûriyeyê ne.

Li aliyê din, 4ê Çiriya Paşîn jî ciwanekî ji Helebê yê di salên xwe yên 30î de li nav bajarê Efrînê ji ber meseleyê mêrkuştinê ji aliyê çekdarekî ve hatibû kuştin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst