Li Xarpêtê salane 23 hezar ton masî tên berhemanîn

14-10-2021
Mihemed Emîn Demir
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Xarpêt Bakurê Kurdistanê Çemê Ferat Masiyên Deqsor Sûlava Çirçir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, ji %90ê masiyên deqsor ên li kêlgehên li ser Çemê Feratê tên berhemanîn bo bajarên din û derveyî welat tên hinardekirin.

Bajarê Xarpêtê ku bi Çemê Ferat, Geliyê Qerelegleg, Sûlava Çirçir, Gola Bendava Keban û Mizgefta Yûsif Ziya Paşa navdar e û bi xweşikayiyên xwezayî balê dikşîne bi berhemanîna masiyên deqsor jî binavûdeng e. Di serî de li navçeya Baskilê li parêzgeha Xarpêtê li ser Çemê Feratê li 98 kêlgehên berhemanîna masiyan salane 23 hezar ton masî tên berhemanîn. %90ê masiyan bo bajarên din û derveyî welêt tê hinardekirin û %10 jî bo bazara Xarpêt û restorantan tê firotin. Salane bi hezaran kes bo masiyên deqsor tam bikin berî xwe didin restorantên li navçeya Baskilê li tenişt Çemê Feratê.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê Zuyaddin Seçkin, dibêje, “Sala 2021ê berhemanîna masiyê deqsor li tevahiya Xarpêtê gihîşte 23 hezar tonan. Bi giştî li 98 kêlgehan masî tên berhemanîn. Beşeke zêde ya masiyan bo welatên Ewropa, Kanada, Rûsya û Amerîkayê tê hinardekirin. Daxwazeke zêde li ser heye.”

Piştî asayîbûna rewşa Coronayê di 9 mehên destpêka sala 2021ê de 600 hezar geştyarên xwecihî û biyanî serdana navçeya Baskilê kirin. Geştyar li Baskilê 23 curên xwarinên ji masiyê deqsor çêdibin dixwin û li Gola Bendava Keban û Çemê Feratê digerin û dewlemendiya xwezayê dibînin.

Xwediyê Restorantê Ayhan Şimşek, dibêje, “Eger cureyê xwarinên masiyan çiqas zêde bin dê muşterî ewqas zêde bixwin. Me ji masiyan 23 cure xwarin amade kirin. Ji goşt û mirîşkê çiqas xwarin tê çêkirin em ji masiyan jî çêdikin. Muşterî li ser pirbûna cureyan matmayî dimînin.”

Li parêzgeha Xarpêtê jî daxwazeke zêde li ser masiyên deqsor heye û ji herêmên dûr ên bajêr jî niştecî ji bo xwarina masiyan diçin navçeya Baskilê. Welatiyê bi navê Mistefa Ozpolat jî 120 kîlometre dûr ji navçeya Palûyê bo xwarina masiyan hatiye Baskilê.

Welatî Mustafa Ozpolat, dibêje, “Eger tama wan nexweş be em ewqas ji rêya dûr nayên. Ez bi xwe ji Palûyê me. Dema mêvanê min ji derve jî tên ez bêtirs mêvanê xwe tînim vêderê.”

Yekem kêlgeha masiyên deqsor sala 1998an li Baskilê hat vekirin û roj bi roj hejmara wan zêde bû. Ji ber xweşbûna tama ava Çemê Feratê, tama masiyên di çem de tên berhemanîn jî gelek xweş in. Xarpêt di rêjeya berhemanîna masiyên ava şîrîn de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di rêza yekem de ye û masiyên tên berhemanîn bo 30 welatan tên hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst