Li Wanê aşût: 38 kesan canê xwe ji dest dan û hêj hin kes di bin de mane

Xebatên rizgarkirinê berdewam in

05-02-2020

22:55

Heta niha 38 kes di aşûtên li navçeya Miksê bûne qurbanî

Heta niha 38 kes di aşûtên li navçeya Miksê bûne qurbanî

Di aşûtên li navçeya Miksa Wanê de heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane, 53 kes hatine rizgarkirin û 20 kes jî din bin aşûtê de mane.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)  îro termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Duh jî aşût bi ser wesayîteke paqijkirina berfê û mînîbusekê hatibû ûdi encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin û 2 kes di bin aşûtê de mabûn.

Tîmên hawarçûnê û xelkê îro xebatên ji bo dîtina herdu kesan li cihê aşûtê birêve dibirin lêbelê careke din aşût hat û di encamê de li gor daxuyaniya AFADê îro termên 33 kesan hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Bi vî awayî ji ber herdu aşûtên li wê navçeyê, heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane. Di nav kesên ku di encama aşûta îro de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene.

Herwiha li gor zanyariyan 20 kes jî di bin aşûtê de mane û xebatên ji bo dîtina wan kesan jî di şert û mercên dijwar de berdewam bikin.

Ji ber metirsiya rûdana aşûteke nû, ew herêma aşûtê bi qasî 10 kîlometran hatibû valakirin bo ku tedbîrên zêdetir bên wergirtin ji bo parastina tîmên hawarçûnê û xelkê yên ku xebatên lêgerînê birêve dibin.

Zêdetir bixwîne

21:25

Derbarê karûbarên aşûta li Miksê 5 dozger hatin erkdarkirin

-

Serdozgeriya Komarî ya Wanê derbarê aşûta li navçeya Miksê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, 5 dozger ji bo birêvebirina karûbarên li ser vê bûyerê, hatine erkdarkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)  heta niha termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Duh jî termên 5 kesan ji bin aşûtê hatibûn derxistin û bi vî awayî hejmara miriyan gihişt 38 kesan.

Di nav kesên ku di encama aşûtê de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene û niha 20 kes jî di bin aşûtê de ne.

Zêdetir bixwîne

18:07

Cihê aşûtê ji ber metirsiya rûdana aşûteke nû hat valakirin

-

Li navçeya Miksê ya Wanê, ew devera ku îro duyem aşût hatibû ji ber metirsiya rûdana sêyem aşûtê hat valakirin.

Ew tîmên ku xebatên lêgerînê birêve dibirin, ji ber rîska zêde ya aşûteke nû, bi qasî 10 kîlometran ji cihê bûyerê hatin dûrxistin.

Tê çaverêkirin piştî ku bergiriyên nû hatin wergirtin û metirsiya aşûteke nû hat beralîkirin, tîmên hawarçûnê dê xebatên lêgerînê berdewam bikin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)  heta niha termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Duh di rêya di navbera Miks û Wanê de aşût bi ser wesayîteke paqijkirina berfê û mînîbusekê de hatibû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin.

Ji bo rizgarkirina 2 kesên di bin aşûtê de mabûn jî xebat hatibû destpêkirin û îro derdora demjimêr 12.00ê careke din aşût bi ser tîmên ku xebatên lêgerînê birêve dibirin de hat.

Di nav kesên ku di encama aşûtê de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene û niha 20 kes jî di bin aşûtê de ne. Zêdetir bixwîne

17:25

Hejmara qurbaniyên aşûta li Miksê zêde dibe

-

Li navçeya Miksê ya Wanê lêgerînên ji bo derxistina kesên di bin aşûtê de berdewam in. Li gor zanyariyên hatine belav kirin heta niha termê 33 kesan hatine derxistin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)  heta niha termê 33 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Duh di rêya di navbera Miks û Wanê de aşût bi ser wesayîteke paqijkirina berfê û mînîbusekê de hatibû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin.

Ji bo rizgarkirina 2 kesên di bin aşûtê de mabûn jî xebat hatibû destpêkirin û îro derdora demjimêr 12.00ê careke din aşût bi ser tîmên ku xebatên lêgerînê birêve dibirin de hat.

Di nav kesên ku di encama aşûtê de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene.

Herwiha Şêwirmenda Serokomarê Tirkiyê û Rêveberê AFADê li Wanê jî ji bin aşûtê bi birîndarî hatin rizgarkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî îro gihiştiye cihê bûyerê û herwiha xebatên ji bo derxistina kesên di bin aşûtê de berdewam dikin. Zêdetir bixwîne

15:50

Hejmara qurbaniyên aşûtê gihîşt 26 kesan

Zêdeyî 50 kesan di bin aşûtê de man

Waliyê Wanê Mehmet Bîlmez ragihand ku hejmara qurbaniyên aşût bi ser wan de ketiyê tevî hejmara duh gihîşt 26 kesan.

Mehmet Bîlmez diyar kir ku di aşûta duyem de cenazeyê 8 leşker, 3 cerdevan û 12 kesên din hatin derxistin.

Bîlmez çû cihê ku aşût çêbû û li vir diyar kirk u bi ser tîma rizgarkirinê de aşût ketiye.

Bîlmez got ji ekîbê gelek kes di binê şepeyê de man û wiha axiv,: " Ji 30 zêdetir kes hatin xilaskirin, yên rewşa wan giran e bo nexweşxaneyan hatin veguhestin. Xebatên rizgarkirinê berdewam in.”

Derbarê rewşa birîndaran de jî Bîlmez gotr: "Rewşa 9 welatiyên me giran e.  Agahiyeke zelal tune ka çend kes di binê şepeyê de mane. Em wisa dizanin ku di binê şepeyê de hin kes hene. Hemû gelê Wanê seferber bûye. Hemû tîm bi rêk û pêk dixebitin. Herêm pir bi talûke ye, em dixwazin her kes guh bide hişyariyan.

Zêdetir bixwîne

15:36

Şêwirmenda Erdogan ket bin aşûtê

Gulşen Orhan

Parlamentera berê AK Partiyê û Şêwirmenda Serokomarê Tirkiyê, Gulşen Orhan ji  bin aşûta navçeya Muksê ya Wanê bi birîndarî hat derxistin.

Parlamentera berê ya Wanê Gulşen Orhan ku ji bo lêkolînan çûbû cihê bûyerê di bin aşûtê de ma.

Gulşen Orhan bi birîndarî ji bin aşûtê hat rizgarkirin û ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê hat veguhestin.

Zêdetir bixwîne

15:13

Kesên canê xwe ji dest dane piranî leşker in

4 leşker di bin aşûtê de mane

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tikiyê heta niha cenazeyê 8 kesên ji bin aşûta  li ser kîlometreya 33yemîn a rêya Wan-Muksê hatine derxistin.

Hat agihandin ku ji wan 8 cenazeyan 3 cerdevan, 4 leşker û yên din jî cenazeyê welatiyekî bûn.

Piştî bûyerê ji Wan, Colemêrg, Şirnex, Bedlîs, Erzerom û Enqerê ekîbên lêgerîn û xilaskirinê bo cihê bûyer hatin şandin."

Zêdetir bixwîne

14:17

Soylu: 8 cenaze hatin derxistin

Miks

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê  diyar kir ku di bûyera aşûtê ya li navçeya Miksê qewimî de heta niha 30 kes hatin derxistin û ji bo xilaskirina yên di bin aşûtş de mane jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku heta niha cenzayê 8 cenaze ji bin aşûtê hatine derxistin.

Suleyman Soylu herwiha got ji bo rizgarkirina 10-15 kesan xebat berdewam e, û metirsî heye ku dubare aşût çêbe.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin "Ji ber şert û mercên xerab ên hewayê xebatên ji bo dîtina du welatiyan saet dora 01.00î dd sekinîn û saet dora 07.00 ji nû ve dest pê kir. Dema kar û xebat dewam dikirin careke din aûît ket û di vê bûyerê da jî heta niha 30 kes hatin xilaskirin. Ji bo yên mayî jî kar û xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin."

Soylu herwiha da zanîn ku ji ber xwegihandina wê herêma bûyerê zehmet e, têne bi rêya telefonê dikarin peywendiyan ligel kesên li wê derê ne danin.

Wezaretê bi bîr xist ku duh di bûyera aşûtê ya li ser kîlometreya 33yemîn a rêya Wan-Miksê ket de bi mebesta xilaskirina 15 kesan ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Zêdetir bixwîne

13:49

Waliyê Wanê: Tîma lêgerinê di bin aşûtê de ma

Xebatên lêgerînê berdewam in

Ji aliyê din ve Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez destnîşan kir li Muksê aşût bi ser tîma lêgerînê de hat ku li 2 kesên di binê şepeyê de mane digerin.

Mehmet Bilmez diyar kir, ku li ser rêya Wan-Muksê û di 33 kîlomêtriya wê rêyê de duh aşût bi ser makîneya kar û minîbusê de ketibû û 7 kes hatibûn xilaskirin û 5 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Bilmez diyar kir li herêma navborî 2 kes di binê şepeyê da mane û got: "Şepe bi ser ekîbên AFAD û UMKEyê û yên din de hat ku li kesên di bin aşûtê de mane digeriyan. Xebatên rizgarkirinê dest pê kirin." 

Zêdetir bixwîne

13:27

Li Wanê aşût: 38 kesan canê xwe ji dest dan û hêj hin kes di bin de mane

Xebatên rizgarkirinê berdewam in

Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê aşût bi ser tîma lêgerînê de hat ku 2 kesên di bin aşûtê de mabûn. Li gor agahiyên destpêkê cenazeyê 23 kesan ji bin aşûtê hatine derxistin û 25 kes jî hatine rizgarkirin û hêj hejmareke kes di bin de mane.

Serokê Şaredariya Miksê Mekî Avras ragihand ku li ser rêya Wan-Miksê îro aşût hat û li gor agahiyan 5 otomobîl bi kesên têde ketine bin aşûtê.

Mekî Arvas dibêje, heta niha 25 kes ji bin aşûtê hatine rizgarkirin û hewlên rizgarkirina 20 kesan hêj berdewam e.

Zêdetir bixwîne