Elî Baqirî li Hewlêrê ye: Mijarên li rojeva wî çi ne?

14-06-2024
Nîşan Elî Baqirî Hewlêr Hevdîtin Rojev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî li Hewlêrê ye.

Elî Baqirî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û gelek berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Mijarên li rojevê

Balyozê Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim Sadiq ji Rûdawê re ragihandibû ku dê mijarên wekî “peymana ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de” û “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” mijarên sereke bin. 

Li hêla din, Elî Baqirî destpêkê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir û dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst