Hakan Fîdan: Hewlêr tim wekî bajarekî aram û biewle maye

24-08-2023
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Hakan Fîdan Mesrûr Barzanî Hewlêr Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hakan Fîdan got, “Her dema ku li Îraqê bêaramî û alozî hebûn Hewlêr wekî bajarekî aram û biewle maye.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê şevê din nîvê şevê gihişt Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan civiyan û wan piştî civînê daxuyaniyeke hevpar da.

Serokwezîr Barzanî, ji bo serdana wî spasiya Fîdan kir û got:

“Hatina wan û şanda wan nîşaneya girîngiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ye.”

Barzanî amaje pê kir ku ew li ser gelek mijarên girîng ên wekî “pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, hinartina petrola Kurdistanê û ewlehiya herêmê” axivîne.

“Em baweriyê didin”

Serokwezîr Barzanî bal kişande ser mafên Herêma Kurdistanê yên destûrî û got:

“Em baweriyê didin Herêmê Kurdistanê nabe cihek ku bi rêya wê aramiya cîranên me bikeve bin metirsiyê.”

Mesrûr Barzanî, ameje pê kir ku divê pêwendiyên wan û Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên her du aliyan bin û dikarin bi vî awayî pirsgirêkan çareser bikin.

“Pêwendiyên bi Hewlêrê re ji bo me girîng in”

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî, “Ji bo ku ez li Hewlêrê me ez gelekî kêfxweş im” û berdewam kir:

“Ji bo mêhvandariya wan ez ji dil û can spasiya birayê xwe yê birêz Serwokwezîr Mesrûr Barzanî û saziyên rêveberiya herêmî dikin.

Pêwendiyên Tirkiye û Îraqê bi awayekî gelekî çalak bi pêş dikevin. Pêwendiyên bi Hewlêr û Bexdayê re her demê û di her astê de ji bo me girîng in.”

“Hewlêr wekî bajarekî aram û biewle maye”

Hakan Fîdan amaje pê kir ku wî û Mesrûr Barzanî qala gelek mijarên cuda kiriye û got:

“Her dema ku li Îraqê bêaramî û alozî hebûn Hewlêr wekî bajarekî aram û biewle maye.

Em ji dil bawer dikin ku ev aramî girîng e û ji bo ev rewş bidome em amade ne ku bi her awayî alîkariyê bidin rêveberiya Hewlêrê.”

Fîdan anî ziman ku Herêma Kurdistanê, “di têkoşîna bi terorê re” alîkariyê dide wan û got, “Ez dixwazim bi taybetî ji bo hevkariya wan a di vê mijarê de spasiya wan bikim.”

“Em ê PKKyê ji Îraqê jî safî bikin”

Hakan Fîdan angaşt kir ku wan li Bakurê Kurdistanê PKK gelekî qels kiriye û berdewam kir:

“Hema bêje me ev mijar li Tirkiyeyê safî kir û niha li Îraqê PKK xwe vedişêre. Em ê PKKyê ji Îraqê jî safî bikin.

Hem rêveberiya Bexdayê û hem a Hewlêrê di vê mijarê de bibiryar in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst