Li Efrîna ku bi zeytûnên xwe navdar e îsot tên çandîn

12-08-2023
RÛDAW
Werza çinîn û hişkkirina îsotan e
Werza çinîn û hişkkirina îsotan e
Nîşan Gundê Celemê Îsot Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi zeytûnên xwe navdar e li gel gelek berhemên din ên çandiniyê îsot jî tên çandin.

Gelek baxçe û zeviyên çandiniyê li gundê Celemê yê nahiya Cindirêsê ya Efrîna hene.

Li vir cotkar rojên xwe bi çinîn, komkirin û hişkkirina berhemên çandiniyê derbas dikin.

Li Gundê Celemê zêdetir îsot tên çandin û ew bi çandiniya îsotan binavûdeng e.

Werza çinîn û hişkkirina îsotan e

Niha îsotên sor û kesk, tûj û şîrîn tên çinîn û beşeke berheman tê hişkkirin û beşên din jî dişînin bazaran.  

Cotkarê gundê Celemê yê Cindirêsê Mistefa Qadir ji Rûdawê re behsa kar û zehmetiyên xwe kir û got , “Ji ber kêmiya avê îsal berhema me ji salên borî kêmtir e."

Cotkar gazinan ji kêmbûna avê dikin

Xwediyê zeviyeke çandiniya îsotan Celal Mihemed jî got ku ji bilî kêmbûna avê, îsal xerciyên çandiniyê gelek bûn û li bazaran bihayê îsotan kêm e, ew xerciyên çandiniyê dernaxin.

Li bazarên herêma Efrînê, kîloyeke îsotan bi 4-5 lîreyên Tirkiyeyê ye.

Cotkarekî gazin ji girtina deriyên sînor kirin. Wî cotkarî herwiha got ku rê li ber şandina îsotan a derve tê girtin. 

Li Gundê Celemê li zêdetirî 50 hektar zeviyî îsot hatine çandin.

Ji bilî îsotan bacanên sor, xiyar û cureyên din yên sebzeyan jî tên çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst