Şandeya PDK-Syê bi Serok Barzanî re civiya: Projeyên nû hene

12-08-2023
RÛDAW
Îro şandeke Partiya PDK-Syê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya
Îro şandeke Partiya PDK-Syê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya
Nîşan Gundê Celemê Îsot Efrîn PDK-S Mihemed Îsmaîl Serok Barzanî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand ku hinek projeyên wan ên nû hene û ew dixwazin li Efrînê jî ofîsa xwe vekin.

Îro şandeyeke Partiya PDK-Syê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya û rwan ewşa PDK-Syê ya piştî kongreyê gotûbêj kir.

Şandeya PDK-Syê ji sekreterê wê Mihemed Îsmaîl û endamê Polîtburoyê û Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Niştîmanî ya wê partiyê Seîd Omer pêk hat.

"Serok Mesûd Barzanî xemxarê welatê xwe ye"

Sekreterê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê wê hevdîtinê de axivî û got, "Girîngiya her hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî re heye û ew xemxarê welatê xwe ye.”

Mihemed Îsmaîl diyar kir ku di civînê de behsa rewşa navçeyê, pirsa Kurd û rewşa PDK-Syê ya piştî kongreya 12emîn û proje û xebatên partiyê hate kirin.

"Gelek kadroyên partiyê belav bûn"

Mihemed Îsmaîl derbarê rewşa partiya xwe dedestnîşan kir ku PDK-S lawaz nebûye lê di hinek waran de sistî çêbûne û got:

“Ji ber guhertina demografîk hejmareke zêde ya welatiyên me koçber bûn û gelek kadroyên partiyê jî belav bûn.

Partiyê kadroke baş li her derê heye û alîgirên wê jî zêde ne. Li Sûriyeyê girîngiya partiyê heye.

Di nav rêxistinên me de hinek sisteyî çêbûye û welatiyên me jî gazindên xwe jê dikin.”

"Em dê girîngiyê bidine ciwan û jinan" 

Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku dê di warî siyasî û rêxistinbûna wan de hinek guherîn hebin û wiha pê de çû:

“Di warê rêxistînî de me hinek proje hene ku em karibin di karên xwe de çalak bibin. Em dê girîngiyê bidine ciwan û jinan û pêwîstiya me bi wan heye.

Em dê aliyê ragihandinê de jî li gorî rewşa niha û globalîzmê xwe hinekî din bihêztir bikin.

Di warî siyasî de jî jixwe helwesta me diyar e û ti guherîneke zêde nîne. Nêrîna me ya siyasî heye û cihê me heye û ew cihê ku em niha lê ne kesî em mecbûrî wê nekirine û em bi îradeya xwe li wê derê ne.”

Îsmaîl da zanîn ku piştî ku ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) desteyeke rêvebiriya hat destnîşan kir dê serokekî nû jî jê re were hilbijartin.

"Heta niha rê nadin em ofîsa xwe vekin"

Sekreterê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl herwiha diyar kir ku ew dixwazin ofîsa partiya xwe li bajarê Efrînê jî vekin û got:

“Dema Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî piştî erdhejan gihişt û vejînek û rihek hate gelê, me yê wê derê me jî got ku em li wê derê ofîsa xwe vekin. Hinek aliyên Îtilafa Sûriyeyê razî dibin lê hinek aliyên wê jî nerazî ne.

Herwiha bandora dewlata Tirkiyeyê jî heye. Niha em li pey derfetekê ne ku ofîsa xwe vekin. Heta niha rê nadin em ofîsa xwe vekin.

Derbarê pêwendiyên li gel berpirsên Rêveberiya Xweser de jî Mihemed Îsmaîl eşkere kir ku niha ti pêwendiyên wan nînin got, “Heta welatekî weke Amerîka yan jî Fransayê nekeve dewrê danûstandin dest pê nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst