Şikeftên li Heskîfê wekî otelên bûtîk tên sazkirin

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Şikeft Otel Heskîf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Şikeftên li gundê Difnê yê navçeya Heskifa Êlihê hatin restorekirin û wekî otelên bûtîk hatin sazkirin.

Ajansa Pêşketinê ya Dicleyê û Îdareya Taybet ya Êlihê 6 sal berê projeya 8 şikeftên li gundê Difnê çêkir û şikeft li gorî otelên bûtîk hat restorekirin.

Şikeftên ku dê wekî otelên bûtîk bên bikaranîn bi îhaleyê dan kompanyayeke taybet.

Ji bo li navçeya dîrokî kapasîte zêde bibe dê kompanya li derdora şikeftan ji keviran 15 avahiyan ava bike. 

Li derdora şikeftên ku restorasyona wan temam bûye, xebatên peyzajê didomin.

Sala bê otel vedibin

Şikeftên ku dê wekî otelên bûtîk bên bikaranîn dê sala pêşiya me bên vekirin.

Qaymeqamê Heskifê Mehmet Alî Îmrak ragihand ku wan şikeft veguherandiye otelê, tora av û elektirîkê jî çêkiriye.

Îmrak got, "Vê gavê konsepteke ku ji 8 odeyan pêk tê heye. Ji van hinek bo malbatan hinek jî ji bo yek kesî ne.

Di hundir de serşok û destavxane hene. Herwiha dê vesazkirina peyzajê bê kirin, kafeteryayek bê vekirin. Dê kapasîteya wê 30 ode be."

"Kevirên Heskifê dîrok in"

Îmrak got ku ax û kevirên Heskifê dîrok in, turîstên ku carekê biçir wir dê bixwazin cara duduyan wir bibînin.

Rayedarê otela bûtîk Gurgîn Tufan jî wiha axivî:

"Armanca me ew e ku em mazûvaniya kafîleyên qelebalix bikin. Ji bo geşkirin û pêşvebirina Heskifa xwe çi ji destê me tê em dikin.

Di demeke nêzîk de em dê otela xwe ji xizmetê re vekin û cihên din jî zûtir temam bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst