ÊLIH - Cotkar ji bihayê garis ne razî ne: Em berdêla keda xwe wernagirin

26-08-2023
RÛDAW
Wêne: Batman Rehber
Wêne: Batman Rehber
Nîşan Êlih Garis Biha Cotkar Nerazîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê cotkarên ku garis çandiye ji ber bihayê ku hatiye destnîşankirin nezarîbûn nîşan da.

Hikûmetê ji bo bihayê kirîna garis serê tonê nêzikî 230 dolarî diyar kiribû.

Cotkar li ber Saziya Berhemên Çandiniyê (TMO) ya Êlihê kom bûn û wan got ku dê ev biha bibe sedema îflasa cotkaran.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zerer û ziyanên mezin ên cotkaran hene.

“Em di vê germahiyê da dixebitin lê em berdêla keda xwe wernagirin”

Cotkar Kadir Ak amaje bi kêmbûna bihayê garis kir û got:

"Saziya Berhemên Çandiniyê ji bo tonek garis 6 hezar lîre diyar kiriye.

Li gorî vî hesabî tenê westîna me ji me re dimîne. Ez nizanim hûn dê çawa ji nav vî hesabî derkevin.

Li bihayê gubre û mazotê binêre, li gorî sala borî du qatan zêde bûye. Bihayê tov û derman jî bi heman awayî.

Em di vê germahiyê da dixebitin lê em berdêla keda xwe wernagirin."

Berpirsên muxalefetê û cotkaran anî ziman bihayê kêm ê ku hikûmetê diyar kiriye di wextekî wisa de ye ku her tişt biha dibe.

Îsal gelek cotkarên ku garis çandiye îflasa xwe ragihandiye û wan diyar kir ku êdî karê çandiniyê nakin.

“Cotkar dibêjin êdî çandiniyê nakin”

Parlamentera CHPyê ya Osmaniyeyê Asu Kayayê got:

"Ji bo cotkarên me xerciya her donimek garis dibe 7 hezar û 500 lîre. Xerciyên wan rojane diguherin.

Birêz Wezîrê Çandiniyê Yumakli! Cotkar dibêjin êdî çandiniyê nakin. Gelo planeke we heye?"

Sala 2022yan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berhema garis li gorî sala 2021ê ji sedî 25,9 zêde bû û gihişte 8,5 milyon tonan.

Lê ji îro pê de tê pêşbînîkirin ku çandina garis kêmtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst