ÊLIH – Zarokê 5 salî xwişka xwe ya 2 salî kuşt

22-08-2023
Nîşan Êlih Sason Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sasonê ya Êliha Bakurê Kurdistanê zarokekî 5 salî, bi çifteya bavê xwe xwişka xwe ya 2 salî kuşt.

Li gorî zanyariyan li gundê Cilkansê yê Sasonê, dema zarokê bi navê Y.E.Ç. bi çifteya bavê xwe dilîst bêhemdê xwe gule berda xwîşka xwe ya 2 salî.

Di bûyerê de D.Çya 2 salî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê D.Ç. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Sasonê.

D.Çya 2 salî, tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst