ÊLIH - Ji bo kaniya gund neçike qurbanan ser jê dikin

26-08-2023
RÛDAW
Xelkê gundekî Êlihê qurbanan ji bo ava kaniyê hişk nebe ser jê dikin
Xelkê gundekî Êlihê qurbanan ji bo ava kaniyê hişk nebe ser jê dikin
Nîşan Êlih Gundê Goxê Ava Kaniyê Qurban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li  Gundê Goxê yê Êlihê ji bo ku kaniya gund hişk nebe, her sal qurban tên serjêkirin û li ser heman kaniyê ji goştê wan qurbanan xwarin tê çêkirin.

Li Gundê Goxê yê navçeya Hezoyê ya Êlihê, bi salan e di hefteya dawiyê ya meha tebaxê de xelkê gund ji bo xatirê kaniya gundê qurbanan ser jê dikin.

Xelkê gund bawer dike ku bi vî rengî ava kaniya wan naçike û her geş dimîne.

Ji ber vê yekê bi biryar in ku vê nerîtê ji nifşên li pey xwe re jî bihêlin.

Gundê Goxê gundekî kesk û bixeml e û xelkê gund qedr û qîmetê vê avê dizane. 

Sedema şînkatî û xweşiya gund jî kaniya avê ye ku bi zelalî diherike û jiyanê dide gundiyan.

Muxtarê Gundê Goxê Mehmet On got, “Her sal ji bav û bapîran heta niha em wek çalakiyekê dawiya tebaxê  ji bo vê avê serê malê qurbanekê ser jê dikin.

Sedema serjêkirina wan qurbanan jî şukirkirin e. Ji ber ku xweda ev av daye me. Ji bo şukirkirinê jî em qurbanan ser jê dikin."

Li ser kaniyê ji goştê wan qurbanan xwarin tê çêkirin.

Ji gund û bajarên cûda xelk dibin mêvan û ew xwarin ji wan re tê pêşkeşkirin. 

Mehmet On herwiha da zanîn ku ji Êlih, Sason, Amed û navçeyê gelek kes diçin serdana wan û got:

“Em tûtin, bacan, fasulî, once û her tiştê xwe bi vê avê av didin û berhem tînin. Spas ji bo Xweda ku ev av heye."

Li gorî baweriya gundiyan bi saya serjêkirina qurbanan çavkaniya wan a avê hişk nabe.

Ji ber vê yekê bibiryar in ku vê nerîtê ji bo nifşên li pey xwe jî bihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst