Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê li goristanê cenazeyê zarokekî nû ji dayîk bûye hat dîtin.
Li gorî agahiyan li Taxa Çamlitepeyê, wezîfedarê Goristana Tîlmercê cenazeyê zarokekî nû çêbûye dît û agahî da rayedaran.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs çûn goristanê.
Ekîban tesbît kir ku zarok kur e û nû ji dayîk bûye.
Wan cenaze ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.
Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse