Li Sêwazê qeza: 2 kesên ku xwest alîkariya şofêrekê bikin mirin

09-12-2023
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li 2 kesên ku otomobîla xwe li kêleka rê park kiribûn qelibî.

Wan dixwest alîkariya şofêreke ku qeza kiribû bikin.

Di bûyerê de her du kesan jî canê xwe ji dest da.

Otomobîla bi şofêrtiya F.Y. li ser rêya Sêwaz-Qeyseriyê nêzîkî gundê Mescîtliyê li berbendê qeraxa rê qelibî.

Kesê bi navê R.O. dema bûyer dît otomobîla xwe li qeraxa rê park kir û ew û kesê pê re yê bi navê M.E.O. ji otomobîlê peya bûn da ku alîkariya wê şofêrê bikin ku qeza kiribû.

Di wê navberê de otomobîla bi şofêrtiya M.Î. li her du kesên ku dixwestin alîkariya kesekê bikin qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman R.O. û M.E.O. veguhastin nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan her duyan jî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst