AMED - Şaredaran mazbatayên xwe standin: Xelk ji wan çi dixwaze?

08-04-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Şaredarî Mazbata DEM Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Namzedên serkeftî yên DEM Partiyê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun îro mazbataya xwe stand û wan dest bi kar kir.

Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn bi 13 hevşaredarên din yên 13 navçeyên Amedê re mazbataya xwe wergirt û bi girseyeke zêde ya alîgirên xwe re derbasî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn û bi awayekî fermî dest bi peywîra xwe kir.

Di hilbijartinên heremî de li gel şaredariya bajarê mezin DEM Partiyê li Amedê şaredariya 13 navçeyan qezenc kiribûn.

Bi standina mazbatayan şaredariyên ku zêdetirî 8 sal in bi qeyûm dihatin birêvebirin li DEM Partiyê vegeriyan.

“Amedê vê rojê ji zû ve heq kiribû”

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê got, “Hesteke gelekî xweş e.

Amedê bi tecrubeya 8 salan a bi qeyûm re û bi keda xwe ji zû ve vê rojê  heq kiribû. Em bextewar in.”

Di hilbijartinên 31ê Adarê de namzedên DEM Partiyê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji sedî 64,09ê dengan bi dest xistin û bi ser ketin.

Berbijêrê AK Partiyê Mehmet Halis Bilden jî ji sedî 16,83ê dengan bi dest xist.

Hevserokê Şaredariya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Mehmet Ergun diyar kir:

“Mala gel ava be çar meh bûn ked dan, alîkarî û piştgirî dan me. Vê peywîrê dan ser mile me em jî heta ji me were em dê vê peywirê pêk bînin.”

Hevserokê Şaredariya Navçeya Sûrê ya Amedê Adnan Orhan anî ziman, “Ji bo gele me pîroz be.

Li ser xêrê be bi xêr û xweşî be. Gel vîna xwe nîşandan û me jî îro mazbatayên xwe stand.

 Em dê ji vir şûnva jî di xizmeta gele xwede bin. Spas.”

“Bi salan e me gelê xwe bi ken nedîtibû”

Hevseroka  Şaredariya Navçeya Sûrê ya Amedê Safîye Akdagê ragihand:

“Bi salan e me gele xwe bi vî awayî bi coş, ken û bi moral nedîtibû. Em hêvî dikin ev serkeftin bibe wesîleya aramî aşitî û azadiya gel”

Piştî standina mazbatayan serokşaredarên nû, nûnerên DEM Partiyê yên bajêr, parlementerên DEM Partiyê li gel girseyeke alîgirên xwe ji qada Şêx Seîd bi meşê çûn şaredariya bajarê mezin.

“Em qet qeyûm qebûl nakin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek wiha axivî, “Gel dibêje serkeftin a me ye.

Em qet qet qet qeyûm qebûl nakin. Her bijî berxwedana gel.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî anî ziman “Gel bersiv da em dê jî ji gelê xwe re xizmet bikin.”

Serra Bucakê got “Serkeftin a me ye, serkeftin a gele Amedê ye.

“Serkeftina Kurdan li tevahiya Kurdistanê bilnidtir dibe”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkogluyê got, “Serkeftina gele Kurd mezin bû.

Em îro jî qeyûman dişinin. Serkeftina Kurdan li tevahiya Kurdistanê bilnidtir dibe.”

Li ber avahiya şaredariya bajarê mezin serokşaredarên nû bi kulîlkan hatin pêşwazî kirin û bi stran û tîlîliyan derbasî hundurê şaredarîyê bûn pîrozbahiyan qebûl kirin û bi awayekî fermî dest bikar kir.

Dogan Hatun diyar kir, “Ev eywan eywanên gel in. Ev meclis meclîsa gel e.”

Alîgirên DEM Partiyê jî ji bilî şaredariya bajarê mezin bi destxistina şaredariyên 13 navçeyên Amedê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Alîgirê DEM Partiyê ragihand, “Em dê qeyûm ji vir biqewirînin bila here.

Ew biryarên ku wan girtine, ew zilm û zora li vî gelî kirine, ew neheqiya û bêhiqûqiya ku kirine em dê temamî ew biryarên wan betal bikin.”

Alîgirekî din ê DEM Partiyê wiha axivî, “Amed şaredariya me ye.

Em hatine van qeyûman ji şaredariyên xwe derxin.”

“Mesele ne standina mazbatayê ye”

Alîgirekî din jî anî ziman, “Meselê mazbata girtin nîn e. Ji îro şûn de ka em dê ji gele xwe re çi xizmet bikin ew giring e.”

“Divê şaredariyên me ferqê nexe nav gelê xwe”

Alîgirekî din got, “Welleh divê şaredariyên me ferqê nexe nav însanên xwe.

Hemû însanên xwe li hev kom bike û ji xwe nerevînin, li karê xwe binêre.

Em li pey vê ne em li pey rastî û demokrasiyê ne ji xeynî vê tiştek tune.”

Piştî wergirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hevşaredarên navçeyan jî di nava rojê de bi merasimên cuda cuda bi beşdariya alîgirên DEM Partiyê derbasî şaredariyên xwe bûn û dest bi peywîra xwe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst