Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser îhtîmala danîna qeyûm a ser bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê got “Em bawer dikin ku qeyûm li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî bê danîn.”
Li ser rexneyên “namzekirina kesên ku doz li ser wan heye” Ayşegul Doganê got, “Niha li Tirkiyeyê derbarê hemû kesan de doz hene. Kî biaxive, kî deng derxe, kî binivîsîne, kî siyaset bike xwedî doz e.”
Li ser cezakirina Heveserokê Şaredariya Colemêrgê Ayşegul Doganê got, “Eger Mehmet Siddik Akiş nehatiba hilbijartin û nebûya hevşaredarê Colemêrgê, ne Kurd bûya, ne bijartiyekî Kurdan bûya 19 sal 6 meh ceza nedistand.”
Derbarê nermbûn û normalîzebûna li Tirkiyeyê Aşegul Dogan wiha anî ziman, “Eger desthilatdarên îro bibêjin `em dê nermbûneke bê Kurd, bê nasnameya Kurd, bê naskirina Kurd çêbikin` bila bizanibin ku dawiya xwe jî tinin.”
Herwiha Doganê got, “Ji ber ku li derekê neheqiyek hebe û mirov çavê xwe ji wê neheqiyê re bigire, mirov nebîne, mirov nebihîse, mirov derheqa wê de neaxive, îtiraz neke, wekî ku ev tenê berpirsiyariya DEM Pariyê be, wê demê ev tişt dê mezintir bibe û dê li hemû deverên Tirkiyeyê belav bibe”
Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan bû mêvanan buletan Rûdawê û derbarê danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê û helwesta DEM Partiyê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.
Rûdaw: Ez dixwazim yekser ji pêvajoya piştî hilbijartinan dest pê bikim. Her demê wekî DEM Partiyê ji we gelek kesan digot ev car wê qeyûm nebin ji ber ku siyaseta qeyûman îflas kiriye, desthilat jî baş dizane lê vaye em dibînin dubare bû. Li ser çi bingehê DEM Partiyê ew yek digot yan jî baweriya xwe bi çi dianî?
Ayşegul Dogan: Di serî de em bibêjin me baweriya xwe bi xe dianî. Ya duyem, ne dubare bû, ev cara sêyemîn e ku qeyûm tê avêtin. Cara sêyemîn e ku desthilatdar rê û rêbazên xwe naguherînin, ev xuyaye. Em ji xwe bawer in. Çima em ji xwe bawer in? Me dizanî ku gelê Kurd qeyûman naxwaze. Jixwe 31ê Adarê jî ev gotina me çawa çêbû, encama xwe da. Me 78 şaredarî standin.
Li mînaka Curnê Reşê binêrin. Li Curnê Reşê ti hîle nema ku serî lê nedan. 31ê Adarê dengên me şewitandin, çewalên rayan dizîn, sindoqên me şewitandin, kesên ku berpirsiyarên sindoqên me bûn li wan dan. Werhasil lêpirsînekê dan destpêkirin derheqê wan kesên ku ew alozî û pevçûnan derxistin. 2-3 rojan dûvre ew berdan û gotin çi? Gotin ji Lijneya Hilbijartinan a Enqereyê heta ya Curnê Reşê û ya Rihayê jî tê de biryara dubarekirina hilbijartinê standin.
Dema wan pevçûnan derxistin, rayên me dizîn û sindoqên me şewitandin jî di navbera me de 521 ray ferq hebû. Tişta ku me bi dest xistibû careke din em çûn hilbijartinê bi çend qatên wê mezintir me stand? Me 6 qat ferq avêt. Xelk ji ber ku bi biryar bû me ev didît û me bi ji 3 hezarî zêdetir rayan Curnê Reş stand û 2yê Hezîranê em ji wê derê jî serkeftî derketin.
Çi bû? Ez çima vê mînakê didim. Hinek tişt hene ne tesadufî ne. 31ê Adarê piştî me gotibû em dê qeyûman ji hemû deran bişînin, me bilêtên qeyûman birîne, dema ku em dibêjin me, em, em behsa gel dikin, em behsa dildarên DEM Partiyê dikin. Ev kesên hanê ji xwe ve dil nedane DEM Partiyê, ev kesên hanê ji xwe ve naçin deng nadin DEM Partiyê. Ev kesên hanê dibêjin em dengên xwe didin xwe, ev tê çi wateyê? Ev tê wateya xwedîderketina hebûna xwe, zimanê xwe, nasnameya xwe. Divê mirov navê deyne, Kurdbûna xwe.
Rûdaw: Ayşegul Xanim, lê wisa xuya ye wergirtina dengên zêdetir nabe sedem ku dewlet dev ji vê siyaseta xwe ya bi salan e berde. Li hemberî vê wê helwesta DEM Partiyê çawa be, rê û rêbazên wê çibin ku êdî bi rastî îradeya xelkê careke din neyê bipêkirin?
Ayşegul Dogan: Yekemîn xal çi ye? Ew e ku ev tenê ne berpirsiyariya DEM Partiyê ye. Bi rastî ev tenê ne meseleya DEM Partiyê ye. Niha ev ji bo demokrasiya Tirkiyeyê em dibêjin rûreşiyek e, hemû kes vê dibêje. Gelo wexta ewilî dema ku qeyûm avêtin ser şaredariyên Kurdan, li kû derê Kurdek rayekê şixulandibe, dema vîna Kurdan hat xespkirin, kesên ku temaşe kir, dengê xwe dernexist li cem Kurdan cih nestand, îro dibînin ku eynî tişt dibe ku were serê wan jî.
Ji ber ku li derekê neheqiyek hebe û mirov çavê xwe ji wê neheqiyê re bigire, mirov nebîne, mirov nebihîse, mirov derheqa wê de neaxive, îtiraz neke, wekî ku ev tenê berpirsiyariya DEM Pariyê be, wê demê ev tişt dê mezintir bibe û dê li hemû deverên Tirkiyeyê belav bibe.
Rûdaw: Li vi we helwesta mixalefetê jî dît. Hûn çawa dibînin, helwesta ku vê carê mixalefet nîşan da bi dilê we bû?
Ayşegul Dogan: Ji bo wan kesên ku dibêjin mixalefet, mixalif, kesên ku îtiraza wan ji vî karî re hene ewilê em bangî wan dikin. Wekî mînak niha ez li Enqereyê me deng didim û ez dixwazim ew kesê min min ew bijartiye, min li vê derê bi rê ve bibe tên li şûna wan kesan qeyûmek datînin, gelê Enqereyê dê vê qebûl bike? nexêr. Gelê Colemêrgê jî vê qebûl nake. Divê ev bê fêmkirin, yek ev e.
Ya duyem; pozîsyona mixalefetê bi dilê me ne bi dilê me, mesele ne ew e. Mesele ne dilstandina DEM Partiyê ye, mesele ne ew e ku li gorî dilê me be an ne li gorî dilê me be. Çi ye? Em dibêjin hin pîvanên demokrasiyê yên bingehîn hene. Yak ji wan jî serokkomar bi devê xwe dibêje îradeya gel e, hurmeta li hemberî îradeya gel e. Wî doh bi xwe got `şaredarî ne hewşên ti kesî ne, şaredarî mala gel e.` Em jî wekî wî difikirin. Em jî wekî wî dibêjin şaredarî mala gel e û Şaredariya Colemêrgê şaredariya îradeya gelê Colemêrgê ye.
Piştî ewqas leşker anîn, nêzikî 8 hezar leşker 31ê Adarê ji bo rojekê birin Colemêrgê, wekî mînaka Şirnexê, wekî mînaka hin deverên din. Li gorî wan derfetên dewletê yên wan bi kar anîne û yên ku me bi kar anîne xuya ne. Dîsa jî ji sedî 49ê dengan ji DEM Partiyê re derket. Şaredariya Colemêrgê şaredariya kesên ku dilê xwe dane DEM Partiyê ye. Gelê Colemêrgê gotiye Viyan Tekçe û Siddik Akiş hevşaredarên min in.
Niha serokkomarek rabe bangawaziyek bike ji bo hemû kesî bibêje divê hurmetê bidin îradeya gel lê ji xeynî gelekî, gelê Kurd ne tê de. em vê yekê qebûl nakin.
Rûdaw: Rexneyek di vê derbarê de li DEM Partiyê jî tê kirin. Dibêjin DEM Partî dizane meseleya qeyûman heye dîsa jî çûn ew kes kirin berbijêr yên ku doz li ser wan hene. Hûn di vê derbarê de çi dibêjin?
Ayşegul Dogan: Em di vê derbarê çi dibêjin? Niha li Tirkiyeyê derbarê hemû kesan de doz hene. Kî biaxive, kî deng derxe, kî binivîsîne, kî siyaset bike xwedî doz e, ev yek. Ya duyemîn; Derheqa hevşaredarê me Siddik Akiş de ez vekirî dibêjim ji aliyê hiqûqî ve jî, Serokkomar gotiyê hiqûq li wê derê dişixule. Eger hiqûq li wê derê bişixuliya, ji pêşiya ku qeyûm bihata avêtin hin çapemeniya nêzikî desthilatdariyê ranedibû haziriya qeyûmê nedikirin.
Bingeha qeyûmê li ba xwe amade dikirin. Çawa dikirin? Siddik Akiş hedef dan nîşandan. Eger em ji aliyê hiqûqî ve lê binêrin ti biryareke dadgehê derbarê Siddik Akiş de nîne. Ya sêyem, eger Siddik Akiş nehatiba hilbijartin û nebûya hevşaredarê Colemêrgê, ne Kurd bûya, ne bijartiyekî Kurdan bûya 19 sal 6 meh ceza nedistand û wî nedişandin hepsê. Ev eşkere ye. Kesên ku ji Doza Kobaniyê zêdetirî 400 salan ceza standin, sedema çi standin?
Bi salan gotin ev kesên hanê nêzikî dehan kesan kuştine, sedema kuştina van kesan ev parlamenter û hevserokên berê yên HDPyê ne. Wisa derneket. Ev dadgehên ku bi talîmatan dişixulin nekarîn têkiliya hiqûqê û wê dozê bibînin. Li ser axavtinên xwe, li ser siyaseta xwe van cezayan standin û ev 8 sal in li hepsê ne.
Eger Siddik Akiş derheqa wî de biryarek hebûya, Lijneya Hilbijartinan a Enqere û Colemêrgê dê dosyeya wî qebûl bikira? Çima qebûl kir? Madem tiştekî wisa derheqê wî de hebû, derbarê wî de biryarke dadgehê hebû çima wê demê pêşiya 31ê Adarê hiqûqa ku dibêjin neşixulî îro tê şixulandin?
Rûdaw: Ez vê yekê jî dixwazim bipirsim, ka gelo hûn li hêviyê ne, texmîneke we ti zanyarî li ber destê we hene ku ev pêvajo berdewam bike, şaredariyên din jî têkevin metirsiyê ku qeyûm qere ser wan? Ege hebe wê helwesta we çi be?
Ayşegul Dogan: Em bi biryar in, vê carê em destûr nadin qeyûman, gel jî bi biryar e. Li hikmê zorê îro kesên ku dema di rêya desthilatdariyê de bi rê ve diçûn, ez behsa partiya desthilatdar AK Partiyê dikim, digotin divê jixwe walî jî bên hilbijartin. Lê mixabin pişt 20 salan, piştî ewqas tecrûbeyan hatin wê astê ku îro hêviya xwe bi leşker û polîsan ve girê dane.
Doh leşker li kolanên Colemêrgê doprêç kirin. Vaye dîmenan em jî dibînin, hûn jî ji wê derê dişopînin, nûçegihanên we jî li wê derê ne, ji doj ve nahêlin xelkê Colemêrgê berpirsên DEM Partiyê, her du hevserokên DEM Partiyê, siyasetmedarên DEM Partiyê li wê derê rabin îtiraza xwe bi dengekî bilind an nizm bi lêv bikin. Ev dîmenên ku derketine holê tiştekî çawa nîşanî me dide? Normalîzasyonek li Tirkiyeyê çêbibe, bi vê navî dibêjin, Serokkomar piştî 31ê Adarê bixwe got nermbûnek pêwîst e. Heta ne tenê vê got, wî got `Divê em dilê kesên ku ji me mane em dilê wan bistînin.
Niha em naxwazin ti kes dilê me bistîne. Ez wekî Kurdekê dibêjim, ez wekî berdevka DEM Partiyê jî dibêjim, wekî parlamentera Şirnexê jî dibêjim, em dixwazin bila hurmet bidin îrade, hebûn, nasname û zimanê me. Eger desthilatdarên îro bibêjin `em dê nermbûneke bê Kurd, bê nasnameya Kurd, bê naskirina Kurd çêbikin` bila bizanibin ku mixabin dawiya xwe jî tinin. Me gelek desthilatdarên wisa dîtin di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de. Kesên ku xwestin ji bilî rê û rêbazê aştiyane, ji bilî rê rêbazên çareserkirina Kurd ji xeynî diyalogê rêyên din biceribînin ew bixwe dawî xwe anîn.
Rûdaw: Ji ber ku te jî behs kir û gelek siyasetmedarên din ên DEM Partiyê jî dibêjin, `eger aliyên din yên Tirkiyeyê jî dengê xwe bilind nekin wê were serê wan jî`. Ez dixwazim vê yekê li vir bipirsim, bi rastî hûn bawer dikin ev dîmenên ku niha em li Colemêrgê dibînin li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bêne dîtin?
Ayşegul Dogan: Em bawer dikin wê bên dîtin. Çima em bawer nekin, ma nebû? Li Geziyê çênebû ev yek? Gezî û Kobanî di heman demê de çêbûn. Hemû deverên Stenbolê bi vî rengî dîmen derketin holê. Heta kengî dikarên vê pirsgirêkê bi vê rengî rawestînin. Ev ne çareserkirin e. Ev rawestandin çi mezin dike? Hersa gel mezin dike. Niha hûn ji gelekî re bibêjin tu nikarî bibjêrî, ji ber ku tu bibijêrî ezê bigirim.
Ev tê çi wateyê? Wateya wê gelekî mezin e, `Ez te qebûl nakim, ez te nasnakim, ez hebûna te red dikim, ez kesê ku tu dibijêrî yan parlamenter an hevşaredar ferq nake ez dê wan bigirim.` Em dibêjin em dixwazin aştiyeke mayinde çêbibe, ev meseleya hanê bi rêya diyalogê çareser bibe lê em jî ne bin destê tu kesî ne hûn jî ne serdestê me ne. Em vê yekê qebûl nakin, îradeya gelê Kurd vê qebûl nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse