Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê rêya 77 gundan ji ber berfa zêde hat girtin.
Pêleke berfê hinek deverên bakurê welêt dane ber xwe.
Bedlîs jî yek ji wan deveran e û barîna berfê şevê din jî berdewam kir.
Ji ber berfa zêde rêyên 77 gundan hatin girtin û xelk nikare here û were.
Birêvebirê Saziya Xizmetên Rê û Veguhastinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan diyar kir ku rêyên 77 gundan hatine girtin û tîman dest bi paqijkirina rêyan kiriye.
Li navenda bajêr jî berfeke zêde hatiye û tîm berfa li ser rê û kolanan dimalin.
Her wiha li Bedlîsê mij û moran jî çêbûye û ji ber ku mesafeya dîtinê daketiye çûn û hatina li ser rêyên Bedlîs-Tetwan û Bedlîs-Norşînê zehmet bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse