Hewlêr (Rûdaw) - Pêleka berfê berê xwe daye Bakurê Kurdistanê û piraniya bajaran bi berfa spî hatine xemilandin.
Bi taybetî li bajarên Serhedê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê 2-3 roj in berfeke zêde dibare û bandoreke nerênî li jiyana rojane dike.
Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 2 hezar û 920 gundan hatin girtin.
Welatî Serhat Yildiz got:
“Du roj in berf dibare. Dema em sibêhê rabûn, her der spî bûbû.
Em niha ser otomobîlên xwe paqij dikin.”
Her çi qas berf zehmetiyeke mezin bi xwe re tîne jî ji bo zarokan dibê lîstik û kêfxweşî.
“Dibistan hatin girtin”
Welatiyekî din jî anî ziman:
“Îro ji ber berfê dibistan hatin girtin li Bedlîsê.
Em jî bi hevalên xwe re dilîzin. Em kêfê dikin, kaşûnê dikin û bi topa berfê dilîzin.”
Li Mûşê jî welatiyan bûka berfê çêkir, bi xişran xemilandin û govend gerandin.
Welatî Mukadder Erê jî da zanîn:
“Wekî hûn dizanin li bajarê me 6 mehan zivistan heye lê îsal berfa me dereng hat.
Dema berfa me jî hat wekî kuafor tekane çalakiya me, xemilandina bûkê ye.
Me bûka berfê çêkir û bi zêran xemiland.”
Li aliyê din, di rojên dawî de ji ber berfê bûyerên trafîkê û hejmara mirî û birîndaran zêde bûye.
Saziya Keşnasiyê ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistan hişyariya qeşa û aşûtê daye û ji welatiyan daxwaz dike ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse