Nêçîrvan Barzanî diçe Tehranê

04-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî ÎRan Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê sibe here serdana Komara Îslamî ya Îranê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî dê bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî, Serokkomar Îbrahîm Reîsî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û çend berpirsên din re bicive.

Ajansa nîvfermî ya Îranê Mehrê behsa serdana Nêçîrvan Barzanî kir û got, “Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina pêwendiyê dualî ye.”

Armanca Nêçîrvan Barzanî ew e ku pêrwendiyên di navbera Hewlêr û Tehranê de baştir û xurttir bike.

Nêçîrvan Barzanî pêştir jî ji Îranê piştrast kiribû ku Herêma Kurdistanê ji bo Îranê ne gef e û armanc dike ku pêwendiyiyên baş di navbera wan de hebin.

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tehranê, piştî serdana wî ya ji bo Bexdayê hat ku qonaxeke nû û pêşketî di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de çêkir.

Di heyama 10 salên borî de, ev çaremîn serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Komara Îslamî ya Îranê ye.

Beriya niha du caran wekî serokwezîr û carekê jî wekê Serokê Herêma Kurdistanê çûbû serdana Tehranê.

Nêçîrvan Barzanî di 4ê Tebaxa 2013an de li ser vexwendina fermî ya Îranê çûbû Tehranê, beşdarî merasima sondxwarina Serokkomarê wê demê Hesen Ruhanî bûbû.

Barzanî 16ê Çiriya Pêşîna 2015an li ser vexwandina Wezareta Karên Derve ya Almanyayê beşdarî Konferansa Ewlehiyê Munîhê ya li Tehranê bûbû û di çarçoveya wê konferansê de bi berpirsên payebilind ên wî welatî re civiyabû.

Herwiha Barzanî 21ê Kanûna Paşîna 2018an çûbû serdana Tehranê û bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û Sekreterê Ewlehiyê ya Neteweyî re civiyabû.

Nêçîrvan Barzanî  herî dawî 3yê Tebaxa 2021ê çûbû Tehranê û beşdarî merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst