Sûriye: Li Deraayê di topbarana Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin

Duh li 12:59
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Deraa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Deraayê ya başûrê Sûriyeyê di topbarana hêzên Îsraîlê dê 5 ciwan hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li gundê Kuwayayê yê parêzgeha Deraayê ya başûrê Sûriyeyê dema hêzeke artêşa Îsraîlê hewl da biçe nav gund rûbirûyî ciwanên gund bû.

Di encamê  de şer derket, piştre hêzên Îsraîlî vekişiyan û dest bi topbarankirina gund kir.

Di şer û pevçûnan 5 ciwanan canê xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.

Hevdem ji gundê Kuwayayê û gundên derdorê pêleke derbiderbûnê dest pê kir.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2025an ve artêşa Îsraîlê di nav axa Sûriyeyê de 37 caran êriş pêk aniye.

Di encam de 17 kes hatine kuştin, herwiha 44 pêgeh, navend û cebilxaneyên artêşa Sûriyeyê ya berê ji holê rakirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst