Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat li ser dema çekdanîna PKKyê axivî û diyar kir ku heta bingeha hiqûqî neyê danîn PKK çekên xwe danayne.
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ji Medya Haberê re axivî.
Besê Hozatê diyar kir ku dewlet di pêvajoya çareseriyê de ne cidî ye û wiha got:
“Dewlet cidî tevnagere. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP dûrî cidiyetê nêzîk bûn. Bi rengekî ne samîmî nêzîk bûn.
Heta roja îro jî ev Wezîrê Dadê yê ne cidî Yilmaz Tunç daxuyaniyên dûrî ruh û karakterê rewşê didin. Daxuyaniyên ne cidî dide. Pratîka wî jî bi heman rengî ye.
Pirsgirêk ne tenê daxuyanî ye, pratîka wî jî bi heman rengî ye. Desthilatdariyê, dewletê heta niha ti gav neavêtiye.
Hefteya ku bang hate kirin divabû mafê hêviyê yekser bihata bicîhanîn.
Ev pêvajo divabû di nava hev de, paralelî hev bi rê ve biçûya lê belê ev nehat kirin. Ji bo mafê hêviyê bê bicihanîn pêwîstî bi guhertinên qanûnî hebû.
“Tecrîda li Îmraliyê dewam dike”
Şert û pêwîstî bû ku li meclisê komîsyon bê avakirin, sererastkirinên hiqûqî û yasayî bêne kirin, guhertinên qanûnî bêne kirin lê belê ev nehatin kirin.
Di şert û mercên Rêber Apo de ti guhertin nehat kirin.Tecrîd li Îmraliyê dewam dike.
Bi bangê re divabû tecrîd bi temamî ji holê hatibûya rakirin. Bi pêkanîna mafê hêviyê re divabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata.
Rêber Apo piştî bangê divabû têkilî bi tevgera xwe, Rêveberiya PKKyê re danîbûya.
Divabû timî di nava têkiliyê de bûya. Divabû bi vî rengî bûya ku bi hev re dema lidarketina kongreyê diyar bikira, rojev bi hev re destnîşan bikira.”
“Tenê Ocalan dikare vê pêvajoyê bi rêve bibe”
Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê amaje bi gotinên dawî yên Bahçelî kir û got:
“Rêber Apo rêberê damezrîner ê PKKyê ye. Ew bi xwe jî vê dibêjin, Bahçelî jî, AKPyî jî vê dibêjin.
Eger lîderê damezrîner ê PKKyê be, eger ew rêbere ku PKK damezrandiye, hingî di fesixkirina PKKyê de jî wê ev rêberê damezrîner bi rola xwe rabe.
Wê yekser di nav de be. Wê vê kongreyê yekser bi rê ve bibe.
Wekî min got, komkirina kongreyê, diyarkirina dema kombûnê, destnîşankirina rojevê, birêvebirina kongreyê; ev pêvajo hemû divabû Rêber Apo li gel birêvebiriya PKKyê bimeşanda.
Ev dê çawa bibe? Rêveberiya PKKyê daxuyanî da.
Heta ku Rêber Apo nebe, heta ku Rêber Apo yekser nekeve dewrê PKK nikare kongreya xwe bicivîne, nikare biryarê bide, nikare xwe fesix bike, gerîla nikare dest ji çekan berde.
Ev zelal e. Ti aliyekî vê yê bê nîqaşkirin nîne. Tenê Rêber Apo dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe.
Yê ku dawî li vê pêvajoyê bîne, dawî li pêvajoya têkoşîna çekdarî bîne Rêber Apo bi xwe ye. Ev zelal e.
Pêwîstiya bingehîn a çekdanîna PKKyê avakirina aliyê hiqûqî û siyaseta demokratîk e.
Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekan berde, nikare xwe fesix bike Ev gelekî zelal e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse