Hewlêr (Rûdaw) - Çîroka Zeynebê ji çîrokên din cuda ye, ew xwendekara pola pêncemîn a seretayî ye û hemû hevalên wê yên polê çûne dibistanên Erebî û tenê ew maye û biryar daye ku bi perwerdeya xwe ya Kurdî berdewam bike.
Zeyneb Sorana ku aniha tenê xwendekara dibistana xwe ye ji Rûdawê re got:
"Ez ji pola yekemîn ve li dibistana Kurdî bûm, bila dibistan neyê girtin.
Hevalên min çûne dibistanên Erebî, ez bi tenê li vê dibistanê me, ev dibistan ji ber min maye û nehatiye girtin.”
Zana birayê Zeynebê ye rojane wê dibe dibistanê.
Piştî êrişên 16ê Çiriya Pêşin, sal bi sal hejmara xwendekarên perwerdeya Kurdî li Xaneqînê kêm bûye.
Bi vî awayî Dibistana Îşbîliye ya Xaneqînê sala borî 14 xwendekar hebûn, îsal tenê Zeyneb li wê dibistanê maye.
Zana Soranê birayê Zeynebê ji Rûdawê re got,
"Ez jî bi zimanê Kurdî dixwînim û di pola 12an de me, ez berdewam alîkariya Zeynebê dikim, bi motosîkletê ez wê dibim û tînim, ez alîkariya wê dikim, hevalên wê tune ne her bi tenê li dibistanê ye.”
Ji ber serdestbûna Îraqê li Xaneqînê, pirsgirêka meaş û boykota mamosteyên perwerdeya Kurdî û hêsankariyên Bexdayê ji bo derçûyên ser bi perwerde û xwendina Îraqê wisa kiriye ku roj bi roj hejmara dibistan û xwendekarên perwerdeya Erebî li Xaneqînê zêdetir bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse