Nêçîrvan Barzanî diçe Tehranê

29-07-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îran Serdan Mesûd Pizîşkiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarkirina merasîma sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê diçe Tehranê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî diçe Tehranê.

Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pizîşkiyan dê sibe kabîneya xwe bibe parlamenteyê.

Piştî pejirandina wê kabîneyê wezîr dê sonda yasayî bixwen û hikûmeta nû û serokkomarê nû dê dest bi karê xwe bikin.

Nêçîrvan Barzanî dê sibe li Tehranê beşdarî merasîma sondxwarina Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bibe.

28ê Hezîranê gera yekem a hilbijartinan hatibû kirin û Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî mabûn gera duyem.

Di gera duyem de Mesûd Pizîşkiyan bi rêjeya ji sedî 53,7an bû serokkomarê 9em ê Îranê.

Pêştir  Nêçîrvan Barzanî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan kiribû.

Nêçîrvan Barzanî tekez kiribû Herêma Kurdistanê û gelê wê ji bo bipêşxistina pêwendiyên dostane û hevkariyên demdirêj li ser bingehên rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş ên bi Îranê re amade ne.

Nêçîrvan Barzanî hewiha gotibû kir ku ew di wê baweriyê de ye serkirdayetiya Mesûd Pizîşkiyan dê dostaniya di navbera her du aliyan de kûrtir bike.

Li Îranê serokkomar ji bo 4 salan tê hilbijartin û kesek dikare tenê du serdeman li ser hev bibe serokkomar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst