Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî ji ber sedemeke nehat zanîn hevjîna xwe kuşt.
Li gorî zanyariyan, doh li gundê Xerabreşkê yê Cizîrê di navbera A.E. yê 65 salî û hevjîna wî Nesibe E. ya 49 salî de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de A.E. bi demançeyê hevjîna xwe dêya 6 zarokan Nesibe A.yê kuşt û ji cihê bûyerê reviya.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termê Nesibe A.yê ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Cendirmeyan ji bo desteserkirina A.E. dest bi xebatên lêgerînê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse