Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku li dijî Komîteya Birêvebir a Navendî ya Eğitim Senê ya ku roja sêşemê biryara girevê dabû, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Sendikaya perwerdeyê ya Egitim Senê doh biryara girevê dabû.
Eğitim Senê di daxuyaniya xwe ya doh de gotibû: "Em li hemberî kiryarên nedemoktratîk, zext û neheqiya ku demeke dirêj e berdewam dikin li kêleka xwendekaran in!"
Her wiha Egitim Senê ragihandibû ku dê 25ê Adara 2025an, roja sêşemê, di xwendina bilind de xizmetê nedin.
Piştî daxuyaniyê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku ji ber ku "bêyî ku şertên qanûnî yên grevê pêk werin" biryara grevê hatiye dayîn li dijî Komîteya Birêvebir a Navendî ya Eğitim Senê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse