HPGyê amarên êrişên Tirkiyeyê belav kirin

Duh li 10:46
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HPG Êriş Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Tirkiyeyê di rojên 22 û 23yê Adarê de hezar û 45 caran hêzên wan bombebaran kiriye.

Tirkiyeyê derbarê şer de ti amar belav nekirine.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestibû PKK çekan deyne û xwe fesix bike, PKKyê jî 1ê Adarê agairbest ragihandibû.

HPGê ku baskê leşkerî yê PKKyê ye roja 24ê Adarê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êriş û bombebaranên Tirkiyeyê berdewam in û di 22 û 23ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê hezar û 45 caran bombebaran hatiye kirin.

HPGyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"22 û 23yê Adarê li herêma Garê qadên Girê Kun, Mêranê, Girgaşê, Kanî Sarkê, Zengilê 6 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22 û 23yê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 9 caran bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

22 û 23yê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Berê Zînê, Lolan, Kendekola, Sinînê 64 caran, li Herêma Garê qadên Girê Reşîd, Girê Zengil, Zêvkê, Yekmalê, Mijê, Dêreşê, Girgaşê, Girê Kun, Mêranê 180 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metînayê 447 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 333 caran; bi giştî 1024 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.”

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan; 22yê Adarê saet di 15:10an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê projektoreke li pêşberî tunelên me yên şer hatibû bicihkirin, bi çekên ferdî hate îmhakirin."

Piştî ku pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derbarê şerê li gel PKKyê amar belav nekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst