Ahmet Turk mazbataya xwe stand

03-04-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Mazbata
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser ketibû mazbataya xwe stand.

Berbijêrên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasî (DEM) Ahmet Turk û Evrîm Demîrê ligel parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş, Kamuran Tanhan û George Aslan çûn Lîjneya Hilbijartinan a Mêrdînê.

Şandeya DEM Partiyê ji aliyê Serokê Lîjneya Hilbijartinan a Mêrdînê Mustafa Malkoç ve hat pêşwazîkirin û piştî girtina wêneyan Mustafa Malkoç mazbataya Ahmet Turk radestî wî kir.

Ahmet Turk piştî wergirtina mazbatayê li ber dadgehê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew dê bi hemû derfetên şaredariyê xizmeta xelkê Mêrdînê bikin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ragihand:

“31ê Adarê serkeftina gelê me bû. Gelê me li dijî qeyûman, bêhiqûqî û zilmê îradeya xwe nîşan da. Mêrdîn, parêzgeheke pirbawerî, pirçandî ye.

Helbet ev encam ne tenê bi tevkariya Kurdan, bi keda gelê Ereb û Suryan jî hat bidestxistin.

Ez di wê baweriyê de me ku ev encam ji bo paşeroja demokratîk deriyê serdemeke nû vedike.”

Di hilbijartinên 31ê Adarê de Ahmet Turk ji sedî 57.40 û berbijêrê AK Partiyê Abdullah Erîn jî ji sedî %27.78ê dengan bi dest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst