Mêrdîn (Rûdaw) - Ahmet Turk got, “Hinek bi hêza Kurdan ketine parlamentoyê û piştre jê veqetiyane. Wekî mînak em bêjin Ahmet Şik.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bû mêvanê nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci.
Ahmet Turk li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê anî ziman:
“Erdogan dikare Pirsa Kurd çareser bike.”
Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî û AK Partî ji bo Mêrdînê rikeberiyê bikin, herwiha HUDA PARê jî namzedê xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dike.
DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin namzed.
Ahmet Turk salên 2014 û 2019an jî bûbû hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû şûna wî.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk re:
Ahmet Turk: Em dixebitin, ji me re pêvajoyeke gelekî girîng e. Ji bo paşeroj, aştî û azadiyê, ji bo serkeftina partiya me jî xwedî girîngiyeke mezin e. Armanca me ne tenê şaredarî ne, armanca me ew e ku gelê Kurd li îradeya xwe, nasnameya xwe, jiyana xwe xwedî derkeve.
We jî anî ziman du caran qeyûm danîn ser bajarê Mêrdînê. Cara sêyem ji bo em xwedî li vîna gel derkevin em berendam in.
Rûdaw: Dema me di nav xelkê de xebat dida meşandin ji me re digotin, li Mêrdînê Ehmed Turk, li Amedê Leyla Zana, li Stenbolê behsa Başak Demîrtaş û wekî din behsa Meral Daniş Beştaşê hat kirin. Ev bû cihê meraqê. Leyla Zana çima nebû berbijêr? Jê daxwaz kirin an agahiyeke te jê çêbû?
Ahmet Turk: Me dixwest Leyla Zana careke din bikeve nav siyasetê. Bi DEMê, bi partî û gelê xwe re bimeşe. Gelê Kurd nirx û rûmeteke mezin dida Leylayê. Wekî partî em pê re axivîn û ez bi xwe jî pê re axivîm. Me ji bo Hevserokatiya Şaredariya Stenbolê û ji bo Rihayê jî jê re got.
Wê jî ji me re got, ez siyasetê nakim bes e. Biryara wê ev bû. Ez naxwazim li ser kesan nirxandinê bikim. Hûn dikarin jê bipirsin ka çima nekir? Çima di vê demê de daxwaza me red kir. Leyla Zana û hevalên me yên din jî yên ku heta niha ev kar kirine, divê di nava siyasetê de bimeşin û rola xwe bilîzin. Ev jî encaq hûn dikarin ji wê bipirsin.
Rûdaw: Ji bo Başak Demîrtaşê jî di nava gel de kelecaneke mezin çêbû. Piştî Başak Demîrtaşê jî biryara berbijêriyê da çima DEMê biryara xwe guhert?
Ahmet Turk: Ev pirs divê ji Navenda Partiyê ya Giştî were pirsîn ka çima biryar hat guhertin. Wekî kes min dixwest Başak li Stenbolê bibe berbijêr lê biryara dawî ya partiyê ye û divê hûn vê ji wan bipirsin. Ez nikarim li ser vê mijarê tiştek bêjim.
“Adarê bandoreke xirab li ser me kiriye”
Rûdaw: Ji bo gelek kesan Adar destpêka biharê ye. Dengê mêş û mozan e, barebara karik û berxan e, ji bo ciwanan evîndarî ye, ji bo xwezayê vejîn e. Gelo ji bo Ahmet Turk bihar çi ye?
Ahmet Turk: Di Adarê de me gelek tişt derbas kirin. 2yê Adara 1994an, em ji parlamentoyê hatin derxistin û em hatin girtin. Nêzîkî salekê em di girtîgehê de man. Hinek hevalên me jî 10 salan cezayê girtîgehê xwarin. Ew roj ji bo gelê me û ji bo partiya me rojên tarî bûn. Bandoreke xirab li ser me kir.
Li aliyê din 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Rojeke nû û xweş e. Parastina mafê jinan li her derê tê ziman. Jin tevlî siyasetê dibin. Eger di welatekî de jin tevlî siyasetê nebin, ew nabe welatekî demokratîk. Heqîqet ev e. Jinên Kurd jî li roja xwe xwedî derdikevin û ev roj ji bo me jî rojeke bi rûmet e.
Wekî din roja Newrozê, roja biharê û rojeke nû ye. Herwiha Newroz ji bo Kurdan roja berxwedanê ye. Em bi vî rengî Newrozê pîroz dikin.
Rûdaw: Dema ez li jiyana we dinêrim, hûn bi zorê ji parlamentoyê hatin avêtin, hûn ketin girtîgehê, we qedexeya siyasetê xwar û gelek tiştên din rû dan. Tevî van hûn bûn Şaredarê Mêrdînê û piştî 3 mehan qeyûm ket ser şaredariyê. We dîsa jî dev ji siyasetê berneda û hûn berbijêr in.
Ahmet Turk: Bi rastî ne tenê Mêrdîn, em dixwazin li ser axa me, li welatê me, li Kurdistanê jiyana nû û jiyana azad dest pê bike. Rêveberiya vê jî siyasetmedar dikin. Bi salan e em jî di nava siyasetê de ne. Ji bo paşeroja gelê xwe, ji bo jiyaneke azad, jiyaneke aştiyane derkeve hole em têdikoşin.
“Bawerî bi desthilatê nayê, her tişt dibe”
Rûdaw: Tirsa we heye ku careke din qeyûm werin danîn?
Ahmet Turk: Ya rast em nizanin. Bawerî bi desthilatê nayê. Ne diyar e ka dê çi bikin lê du caran qeyûm avêtin û cara sêyem ez bawer nakim. Ji ber ku qeyûman ji gel re tiştek nekir. Qeyûm deriyê şaredariyan ji gel re girt. Niha ji bo ku tu biçî şaredariyê divê tu ji polîsan destûrê bixwazî û piştre biçî. Şaredarî ji kesê desthilat û ji kesên li dora îqtidarê re dixebite. Gelek tişt hene ku em naxwazin niha bînin ziman. Beriya niha çend rojan pereyê şaredariyê li ser sê şaredariyên navçeyan ên AKPyê belav kirine. Ji niha de ev tişt kirine.
Rûdaw: Çima tiştekî wisa kirine?
Ahmet Turk: Dîtin ku dê şaredarî ji destê wan biçe. Vê carê xwestin ji bo şaredariya mezin di warê aborî de tiştekî bikin. Hesabên pîs dikin. Gelek xebatên şaredariyê bi parêzgariyê ve girêdayî ne. Dixwazin dewletê bixin bin qontrola xwe ango şaredarî di bin qontrola dewletê de bimeşe.
“Di navbera me û AKPyê de ti peyman nehatine kirin”
Rûdaw: We got, ez bawer nakim ku careke din qeyûm werin tayînkirin, we li gorî çi got? Qey partiya deshilatê sozek daye we an hûn wisa texmîn dikin?
Ahmet Turk: Na sozek nedane me. Bi rastî di navbera me de ti peyman û soz derbas nebûne. Em vî dibînin. Ev kesên desthilatdar bi vê siyasetê nikarin bi ser bikevin. Roj bi roj kêm dikin û neçar in siyaseta xwe li ber çavan re derbas bikin, siyaseta xwe biguherînin. Eger bi dijminatiya gelê Kurd siyasetê bimeşînin, dê winda bikin. Ji ber vê jî em hêvî dikin ku bi siyaseteke nû derkevin rojevê. Bi rastî jî divê gelê Kurd were hembêzkirin. Eger ku bi çavê neyariyê li gelê Kurd binêrin Tirkiye nagihêje demokrasiyê, ne jî dikare di warê aborî de pêşbikeve. Di nava Rojhilata Navîn û Navneteweyî de roj bi roj bandora xwe kêm dike. Divê siyaseteke nû bimeşînin.
Rûdaw: Tu bawerî tu dê bi ser bikevî?
Ahmet Turk: Niha lêkolîn çêdibin. Li gorî van em ji sedî 56 û ew jî ji sedî 32-33 bi dest dixin. Encam wisa xuya dikin.
Rûdaw: Li gorî gotina we dengên AK Partiyê ketine û dengên hûn bi dest dixin jî wekî ya hilbijartinên 2019an in.
Ahmet Turk: Belê dengên wan ketine.
Rûdaw: Dema hûn bi ser ketin, 1ê Nîsanê karê we yê destpêkê dê çi be?
Ahmet Turk: Niha pêwîst e em gel hembêz bikin. Îro li bajarê Mêrdînê Kurd hene, Ereb hene, Siryan, Êzidî û gelek ol jî hene. Em dixwazin van hemûyan hembêz bikin.
Bajarê Mêrdînê bajarekî dîrokî ye. Bajarekî ku ji geştiyariyê re vekirî ye. Divê em van derfetên ku di destê me de ne bi gel re parve bikin. Divê em siyaseta xwe vekirî bimeşînin.
“Em dê ji bo Siryanan derfeta ziman biafirînin”
Rûdaw: Mêrdîn bajarekî pirnetewe û pirziman e. Nêrîna Siryan û Ereban ji bo siyaseta we çawa ye. Ji bo ew dengê xwe bidin we hûn çi sozan didin wan?
Ahmet Turk: Di warê xizmetê de em dê hemûyan hembêz bikin. Îro di warê çandê de, em dibêjin divê Siryan bikaribin bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin di bin banê şaredariyê de ev derfet were avakirin. Ji bo Kurd, Siryan û Ereban jî em kursên perwerdeyê difikirin. Di warê çandê û di her alî de, em dixwazin hemû gelê xwe, hemû baweriyan em hembêz bikin. Em siyaseteke wisa dimeşînin.
Dema em li Mêrdînê temaşe dikin, ez dibêjim xwezî hemû Tirkiye wekî Mêrdînê ba. Îro Siryan, Kurd, Ereb, Mihelmî, Êzidî tê de hene. Bi rastî jî di navbera wan de ti pirsgirêk rû nadin.
Siryan jî ji partiya me bi bawer in.
Rûdaw: Hûn pêwendiyê bi wan re datînin, Siryan çawa dinêrin, Ereb çawa li siyaseta we dinêrin?
Ahmet Turk: Hûn jî baş dizanin, niha parlamenterekî me Siryan e. Siryan bi baweriyeke mezin li partiya me dinêrin. Nêzîkî me ne û baweriyeke mezin didin. Bi her awayî alîkariyê didin û piştgiriyê didin me.
Em di siyaseta xwe de dibêjin em partiya hemû gelan in. Em biratiya gelan diparêzin. Em dixwazin gelê Kurd, Tirk, Ereb di warê demokrasiyê de ji bo paşerojeke azad, ji bo paşerojeke wekhev û demokrat em bi hev re xebatê bidin meşandin.
Niha kesên Sosyalîst, şoreşger ên Tirkan di nava me de hene. Em partiya ku hemû gelan dixwazin hembêz bikin in lê îro Pirsa Kurdan heye.
Ya yekem jî divê ev Pirsa Kurdan were çareserkirin. Ev bar ne tenê li ser siyaseta me ye. Hemû Kurd ji bo di nava xwe de diyalogê bimeşînin, ji bo bikaribin ji bo pêşeroja Kurdan hevdîtinekê bikin, em dixwazin bigihêjin wê armancê. Îro di nava Kurdan de, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ji bo pêşeroja gelê Kurd kêmasî di van têkiliyan de hene. Em dixwazin hemû pirsgirêkên Kurdan bi rêya diyalogê çareser bikin. Divê em bikarin yekitiyê ava bikin. Ev daxwaza me ye.
“Divê sosyalîst bi mîrateya Kurdan xwe mezin nekin”
Rûdaw: We got di nav partiya me de ji her neteweyê hene lê ji ber piştgiriya aliyên çepgir dengdêrên we nerazîbûna xwe nîşan dabûn. Ango hevpeymaniya DEM Partiyê ya bi çepên Tirk re dihat rexnekirin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Ahmet Turk: Ew ne rast e. Kesên ku bi me re dimeşin, bi vê fikir û ramanê bi me re dimeşin lê sosyalîstên Tirkan cuda cuda hene ew jî ne yek in bi hev re. Hinek bi rastî dixwazin ji bo gelê Kurd tiştekî bikin. Em dibêjin divê sosyalîst alîkariya gelên mazlûm bikin. Ne bi mîrateya Kurdan xwe mezin bikin. Dema em dinêrin ji sedî 80 birçî ye. Dema tu li partiyên Tirkiyeyê yên sosyalîst dinêrî hêza wan nîne. Dema li welatekî ji sedî 80 birçîbûn hebe divê zêdetir sosyalîst bikaribin gel hembêz bikin lê em di vî warî de lawazbûnê dibînin.
Rûdaw: Li gorî we sosyalîstên ku xwe di ser siyaseta Kurdan re dibînin hene?
Ahmet Turk: Em wê qebûl nakin. Em wê rast nabînin.
Rûdaw: Yên ku ev kirine hene?
Ahmet Turk: Hinek bi hêza Kurdan ketine parlamentoyê û piştre jê veqetiyane.
Rûdaw: Mebesta we TÎP e gelo?
Ahmet Turk: Wekî mînak em bêjin Ahmet Şik. Em dibêjin kesên bawermend bin. Kesên hevalê gelên mazlûm bin, divê xizmeta gelên mazlûm bikin, daxwazên gelên mazlûm bînin ziman û ji bo wê xebatê bidin meşandin. Dive bi dengê gelên mazlûm xwe mezin nekin.
Rûdaw: Rexneyên dengdêrên DEM Partiyê wiha bûn, kampanyayên we bi Kurdî an bi Tirkî ne?
Ahmet Turk: Zêdetir em bi Kurdî dikin. Li cihên ku Ereb hene em zêde Erebî nizanin. Ji ber vê em bi Kurdî û Tirkî bi rê ve dibin. Wekî Rişmil, wekî navenda Mêrdînê, Mîdyad, taxa Mihelmiyan, Estêl, dema em li wan deveran hevdîtinan dikin, mîtîngan dikin em bi Tirkî diaxivin lê li cihên ku Kurd lê dijîn jî em bi Kurdî kampanyaya xwe didin meşandin.
Rûdaw: Di nava nifşê nû de bikaranîna zimanê Kurdî gelekî kêm bûye. Dema hûn bûn şaredar hûn dê ji bo vê çi bikin? Hûn dê zimanê şaredariyê bikin Kurdî?
Ahmet Turk: Bi awayekî fermî ev qedexe ye. Em nikarin tiştekî wisa bikin. Ew cihekî fermî ye lê dema em xebatên xwe bidin meşandin, di hevdîtinan de em bi Kurdî diaxivin.
Rûdaw: Lê wekî şaredarî hûn dikarin gelek tiştan bikin. Kursên Kurdî, tabela bibin bi Kurdî û wekî din.
Ahmet Turk: Me li hemû gundan bi Kurdî tabela danîne.
Rûdaw: Ew tabela li cihê xwe ne?
Ahmet Turk: Ew li cihê xwe ne lê gelek tişt rakirine û xirab jî kirine. Li ser şaredariyê jî bi Kurdî dinivîse Şaredariya Bajarê Mezin, bi Tirkî û bi Kurdî hatiye nivîsîn.
Rûdaw: We ew tabelaya danîbû?
Ahmet Turk: Belê me danîbû. Berê li gundan û ti deverên din tabelayên bi Kurdî nebûn. Lê hemû gundan hem bi Tirkî, hem jî bi Kurdî hene.
Rûdaw: Li Mêrdînê 10 navçe hene. Niha 5 di destê AK Partiyê û 5 jî di destê DEMê de ne. Ji bo navçeyên di destê AK Partiyê de hûn xebateke cuda didin meşandin?
Ahmet Turk: Belê em xebateke cuda bi rê ve dibin. Bi taybetî jî ji bo navçeyên ku hinek alozî lê hene em dixebitin.
Wek em dibînin niha gelek polîs anîne hinek navçeyan. Li Stewrê 60-70 navên Rûsî eşkere kirin.
“Dengdêrên nû hatine tomarkirin”
Rûdaw: Dibe ku ew geştyar bin?
Ahmet Turk: Em nizanin lê ew li wir hatine tomarkirin û me îtiraz kir. Ew niha xirab kirine.
Li navçeyên wekî Şemrex, Omerlî, Kerboran, Mehsertê gelekî dengdêrên nû hatine tomarkirin. Ev tên guhê me. Em van îtiraz dikin lê îtirazên me berçav nagirin. Ne tenê li Mêrdînê, li temamiya Kurdistanê ev tên kirin. Îro li cihekî wekê Şirnexê 4-5 hezar polîs û leşker tomar kirine. Li Çelê jî wisa.
Bi rastî desthilat û ew kesên îro xebatê dikin, yên wekî dadger û pêkhateya hilbijartinê di bin bandora îqtidarê de ne. Em herçiqas îtiraz bikin jî berçav nagirin.
Rûdaw: Wekî tê zanîn gelek Êzidî, Siryan koçber bûne û dixwazin vegerin welatê xwe. Ji bo wan xebateke we heye? Hûn dikarin di vî warî de çi bikin?
Ahmet Turk: Em bangawaziyê li wan dikin. Em dibêjin werin welatê xwe. Ew kesên ku jiyana xwe li Kurdistanê li welatê xwe derbas kirine dixwazin vegerin. Kesên zarokên wan li Almanya, Swîsre û Ewropayê mezin bûne yên ciwan naxwazin vegerin lê eger Siryan ji Mêrdînê derneketiban hejmara wan gelekî zêde bû.
“Dema em dibin şaredar, dewlet alîkariyê dibire”
Rûdaw: Ew dixwazin vegerin lê rûbirûyê gelekî pirsgirêkan dibin. Erdên wan ketine destê hinek kesên din, pirsgirêkên bi vî rengê rû dane. Şaredarî dê têkiliya vî karî bike?
Ahmet Turk: Ev kar bi şaredariyê naqede. Şaredarî jî karekî wê heye ku ji bo bajêr xebatê bike. Yên ku erdên wan bi zorê tên ajotin, encaq hikûmet û dewlet bikaribe çareser bike. Ev ji hêz û quweta me derdikeve. Niha derfetên me çi ne em nizanin. Rastî dema em bibin serokê şaredariyê, dewlet alîkariyê dibire. Nahêlin em projeyên xwe encamp bidin.
Hinek projeyên me yên Ewropayê hebûn me anîn. Nexwestin em wan projeyan li Mêrdînê çêbikin.
Ev proje ne tenê ji bo Mêrdînê, ji bo hinek bajarên din ên Tirkiyeyê jî hatibûn şandin. Lewra destûra Mêrdînê nedan. Li Enqereyê ez bi Yekitiya Neteweyî re axivîbûm û min mijar ragihand. Wan jî got eger li Mêrdînê destûr neyê dayîn em alîkarî nadin bajarîn din jî. Bi neçarî îmze kirin. Ev projeyeke gelekî mezin bû ji bo avdana gelek gundan û navçeyan.
Rûdaw: Hûn ji avahiya şaredariyê memnûn in? Dema ez dibînim ez bêzar dibim.
Ahmet Turk: Ew ne di dema me de hatiye avakirin. Di dema yekem de min salek û 2 mehan serokatiya şaredariyê kiribû. Projeyeke 4 qat zêdetir min neda. Di navbera Qûbala û Mêrdînê de çiyayek heye, gotin em dê ji îmarê re vekin. Min got şertekî min heye, eger hûn bi awayê vîla 1-2 qat çêkin ez dê destûrê bidim. Eger hûn apartmanan çêkin ez destûrê nadim. Ew bîna xirabiyeke mezin e ku li Mêrdînê hatiye kirin. Dema em lê dinêrin em dibînin ku rengê Mêrdînê guhertiye.
“Ez destûra bînayên bilind nadim”
Rûdaw: Mêrdîn bajarekî dîrokî û cuda ye. Eger hûn bibin şaredar hûn dê rêgirî li ber avahiyên ne li gorî Mêrdînê bigirin?
Ahmet Turk: Ez wê sozê didim ku ez dê destûrê nedim avahiyên bilind ku hinek 3 qat û hinek jê 20 qat bin.
Rûdaw: Eger dengdêrên we bixeyîdin?
Ahmet Turk: Bila bixeyîdin. Divê em vî bajarî biparêzin. Bi milyonan geştyar tên Mêrdînê. Eger wê biguherin ti girîngiyeke bajêr namîne.
Rûdaw: Çima Mêrdîn ji qalib û sînorên xwe derneketiye? Biçûk maye. Ji bo zêdetir geştyar werin divê çi were kirin?
Ahmet Turk: Di çend salên dawî de Mêrdîn bûye yek ji cihên mînak ên geştyariyê. Di gelek otelan de cih namîne. Di meha Adar, Nîsan, Gulanê de gelek geştyar cih nabînin. Îro dema em li şert û mercên aboriya Tirkiyeyê jî dinêrin mirov roj bi roj ji bo gerê, ji bo cihê dîrokî û geştyariyê bibînin ne tenê li Mêrdînê li hemû Tirkiyeyê kêm bûne. Ji ber ku di warê aboriyê de di zehmetiyeke mezin de ne.
“Daxwaza me aştî ye”
Rûdaw: Leyla Zana beriya niha bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, divê proseya çareseriyê ji sarincê derxe, piştre birêz Demîrtaş got, eger DEM Partî bi AK Partiyê re hevdîtinan neke ev şaşitî ye. Piştre axaftineke we çêbû, we got, ne serokê berê yê CHPyê Kiliçdaroglu ne jî yê niha wesfa wan nîne ku problema Kurd çareser bikin. Yê ku pirsgirêka Kurd çareser bike dê Erdogan be. Ev wiha hate famkirin we rê li ber DEM Partiyê vekir û we bangî Erdogan kir.
Ahmet Turk: Em dixwazin li vî welatî diyalogek çêbibe û aştiyek çêbibe. Beriya niha jî me anî ziman, bi şerê çekdarî pirsgirêk çareser nabin. Bi hevdîtinê em dikarin di aliyê demokrasiyê de pirsgirêka Kurd çareser bikin. Diyalog ji me re pêwîstî ye. Em dixwazin vê bi herkesî re dayînin. Doza me, daxwaza me aştî ye. Daxwaza me biratiya gelan e.
“Hêza Erdogan heye”
CHP em dibêjin dewleta kûr, nikare îqna bike. Yekî wekî Erdogan ku îro li hemû sazî û dezgeh di destê wî de ne eger bixwaze dikare çê bike. Dikare pirsgirêkê çareser bike. CHP bixwaze jî nikare dewleta kûr îqna bike. Min li ser wê got. Min negot dê îla Erdogan pirsgirêka Kurd çareser bike lê min got ew hêz û quweta wî heye. Careke din ê ku îro zilmê li Kurdan dike jî Erdogan e.
Rûdaw: Bi ya we îro jî ew hêza Erdogan maye.
Ahmet Turk: Bi ya min îro jî ew hêza wî heye. Heta sala 2028an jî desthilatdar e. Ji xwe xebata me ew e ku proseya çareseriyê were rojevê.
Rûdaw: Ji bo vê xebatên we hene?
Ahmet Turk: Bi awayekî fermî xebata me nîne. Em hevdîtinan dikin, em dibînin gelek kes vê di partiya xwe de nerazîbûna xwe jî tînin ziman.
Rûdaw: Bi AK Partiyê re hevdîtinên we hene?
Ahmet Turk: Belê bi hinek kesan re lê bi awayekî fermî, bi Erdogan re nîne. Bi hinek kesayetiyên di nava partlamentoyê de em hevdîtinê dikin.
Rûdaw:Ew kes kî ne?
Ahmet Turk: Ez nikarim navê wan bînim ziman. Ew ne rast e.
Rûdaw: Gelo armanca Erdogan ji we re tê ragihandin? Tevî tifaqa bi MHPyê re dê Erdogan tiştekî wisa bide destê we?
Ahmet Turk: Îro derfet nîne. Em dixwazin bi pêş bikeve.
Rûdaw: Piştî hilbijartinan dê çêbibe?
“Heta bi MHPyê re yek bin çareserî nabe”
Ahmet Turk: Heta ku tifaqa wan bi MHPyê re hebe ev nayên rojevê. Bi MHPyê re roj bi roj hêza xwe winda dikin. Rojek ji MHPyê veqetin ew têkiliyên wan nemînin, em dibêjin neçar in siyaseteke nû bimeşînin.
Rûdaw: Hûn bawer dikin ku ji MHPyê veqetin?
Ahmet Turk: Ez wisa dibînim. Barekî mezin li ser milê wan e. Dadger, dozger hemû di destê MHPyê de ne. Bi vî awayî ne demokrasî tê ne jî gelê Kurd, gelê Tirk, gelên ku îro li Tirkiyeyê dijîn ji vê siyasetê nerazî ne.
Rûdaw: Sala 2019an tifaqeke rasterast a we bi CHPyê re hebû. We wê demê nedizanî ku Kiliçdaroglu, Ozgur Ozel nikarin çareseriyekî bikin. Hûn taze pê hesiyan an ew ceribandinek bû?
Ahmet Turk: Ya me ceribandinek bû. Me xwest bandora siyaseta ku MHP-AKP dimeşîne li ser Tirkiyeyê kêm bibe. Siyaseta me rast bû. Me digot CHP dê ji bo demokrasiyê gavekî bavêje lê di dawiyê de me dît ku bi kesên herî nijadperest re têkilî danîn. Me got eger ev têkilî hebe em dê bi serê xwe bikevin hilbijartinê, em bi wan re ti tifaqê nakin.
“Eger bombebaran berdewam be em banga çekdanînê nakin”
Rûdaw: Kesên aqîl ên di nava civakê de ji bo proseya çareseriyê bangî PKKyê kiribûn kû çek dayînin û rê li ber çareseriya siyasî vebe. Bi wî rengî hûn di siyaseta Kurdî de şareza ne. Di vê mijarê de bangekî we ji bo partiyê û PKKyê heye?
Ahmet Turk: Di van mijaran de ne pêkane ku em bikaribin tiştekî bikin. Her roj Rojava bombebaran dikin. Lewra heta niha Rojava guleyek tenê jî neavêtiye Tirkiyeyê. Wexta ku vê neyartiyê li Kurdan bikin û nexwazin li kîjan herêmê be jî Kurd bigihêjin destkeftiyan û mafê xwe bi dest bixin û li pêşiya wan bibin asteng û neyartiyê bikin em nikarin bangekî bikin.
Lewra wexta ku bixwazin bi Kurdan re bin, Kurdan hembêz bikin, diyalogekê dayînin, zimanê Kurdî, nasnameya Kurdî qebûl bikin wê demê em dê bangewaziyê jî bikin û ji bo şerê çekdarî bisekine çi bikeve li ser me em dê xebata xwe bimeşînin. Îro hûn dibînin her roj li Rojava, li Qendîl şev û rojan li Kurdan dixin. Ka em dê çawa bêjin çekan dayînin? Em bêjin jî pere nake. Pêwîst e bingeha wê amade be. Eger ev bingeh nebe bi gotinê ev tişt nabin.
Bingeh dê çawa amade bibe? Wexta ev kesên desthilat bixwazin Kurdan hembêz bikin, Kurdan nas bikin, bêjin Kurd miletek in, mafê wan heye zimanê wan heye, bi vê hişmendiyî binêrin dê pirsgirêk çareser bibe.
Rûdaw: Bi ya we Erdogan dixwaze careke din proseya çareseriyê bide destpêkirin?
Ahmet Turk: Ez niha vê nabînim lê siyaset jî roj bi roj tê guhertin. Baweriya me ew e ku beriya her tiştî Kurd di nava xwe de dîyalogekê dayînin. Ev dîyalog di nava her çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Ev dê bandorê li dewletên din jî bike. Dê dewlet jî li gorî vê gav biavêje. Lewra eger Kurd bi çavê dijminatiyê li hev binêrin ti pirsgirêk çareser nabin. Esasê wê ew e. Gerek e em vê jî bibînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse