DEM Partiyê li ser berbijêriya Ahmet Turk biryarek da

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ragihand ku dê berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yên DEM Partiyê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bin.

Daxuyanî li saloneke dawetê ya li Mêrdînê ji aliyê Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve hat dayîn.

Li gorî vê daxuyaniyê DEM Partiyê biryar da ku Ahmet Turk û Devrîm Demîr berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bin.

Gelek kesan ev daxuyanî şopand.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji bo berbijêriya Hevserokayetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serî li Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) dabû.

Ahmet Turk di pêşhilbijartinan de bû yekem lê nikarî benda ji sedî 50+1 derbas bike.

Ahmet Turk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî berê de gotiye, “Eger ez ji sedî 50 derbas nekim ez dê vekişim.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, piştî hevdîtinan Turk biryara vegerê daye.

Bi vekişîna Azad Yildirim re ku piştî Ahmet Turk herî zêde deng wergirtibû, Ahmet Turk bû berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Dê li Mêrdînê ji bo Ahmet Turk civîna taybet a danasîna berbijêran were lidarxistin.

Ahmet Turk di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019an de jî bû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Ji ber ku li cihê wî qeyûm hat danîn bi giştî 17 mehan li ser erkê xwe ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst