Serok Barzanî: Hêvîdarim cejn bibe sedema vegerandina aramî û aşitiyê

01-05-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cejna Remezanê Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo hatina Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got “ev cejin bibê sedema dawî hatina nexweşî û êşan û vegerandina aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê.”

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama pîrozbahiyê de cejna misilmanên Kurdistanê pîroz kir û dibêje “Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim."

Herwiha Serok Barzanî dibêje “Li vê helkefta pîroz da hêviya ewe dixwazim Xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribê û ev cejn bibê sedema dawî hatina nexweşî û êşan û vegerandina aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê. Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst