Serok Barzanî bi şandeya PSKyê re civiya

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Bayram Bozyel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, şandeyeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) pêşwazî kir.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî şandeyeke PSKyê ya bi serokatiya Bayram Bozyel li Selahedînê qebûl kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa navçeyê û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê rewşa partiyên siyasî yên Kurd ên li Tirkiyeyê nirxandiye.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civînê de Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya aliyên siyasî yên Kurd kiriye.

Herwiha Serok Mesûd Barzanî hêvî kir ku ji bo têkoşîna gelê Kurd a li Tirkiyeyê çareseriyeke aştiyane û ji tundiyê dûr bê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst