Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû: Cara yekem diçe cejna MHPyê

27-03-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Cejna Remezanê Pîrozbahî AK Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku şandeyeke partiya dê di roja duyem a Cejna Remezanê de partiyên siyasî ziyaret bike û cejna wan pîroz bike.

DEM Partiya ku berdewamiya HDPyê ye piştî 10 salan cara yekem dê di cejnê de AK Partiyê ziyar bike û cara yekem jî cejna MHPyê pîroz dike.

Şandeyeke DEM Partiyê ku ji Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê Colemêrgê Onur Duşunmez, Endama  Komîsyona Gelan û Baweriyan Zeyno Bayramoglu pêk tê dê roja duyem a cejnê (31ê Adara 2025an) di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Remezanê de partiyên siyasî ziyaret bike.

Her wiha hinek partiyên siyasî jî dê DEM Partiyê ziyaret bikin û cejna wê pîroz bikin.

Hat ragihandin ku şandeyên partiyên siyasî yên ku Navenda Giştî ya DEM Partiyê ziyaret bikin dê ji aliyê Alîkarê Hevserokê Giştî û Berpirsê  Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê  Ozturk Turkdogan, Alîkarê Hevserok û Berpirsê  Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û Parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan ve bên pêşwazîkirin.

Ev di demekê de ye DEM Partî piştî 10 salan cara yekem e ku di cejnê de serdana  AK Partiyê  bike û cejna wê  pîroz dike.

Di heman demê de cara yekem di cejnê de dê serdana MHPê jî bike û cejna wê pîroz bike.

Bernameya pîrozbahiyê ya DEM Partiyê wiha ye:

Demjimêrên serdana şandeya DEM Partiyê ji bo aliyên siyasî:

09:25 - 09:40 Partiya Tevgera Neteweperest (MHP)

10:15 - 10:30 Partiya Paşerojê

12:30 - 12:45 Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî)

13:30 - 13:45 Partiya Seadetê

14:15 - 14:30 Partiya DEVAyê

Demjimêrên ku şandeyê DEM Partiyê pêşwaziyê li şandên din ên partiyên siyasî bike

09:25 - 09:40 Partiya Tevgera Neteweperest (MHP)

10:15 - 10:30 Partiya Pêşerojê

12:30 - 12:45 Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî)

13:30 - 13:45 Partiya Seadetê

14:15 - 14:30 Partiya DEVAyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst