Wan: 15emîn Fuara Xwirek, Çandinî û Ajeldariyê dest pê kir

17-04-2025
RÛDAW
15emîn Fuara Xwirek, Çandinî û Ajeldariyê / Wêne: Anka
15emîn Fuara Xwirek, Çandinî û Ajeldariyê / Wêne: Anka
Nîşan Çandinî û Ajeldariyê Wan Fuar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 15emîn Fuara Xwirek, Çandinî û Ajeldariyê ya Wanê dest pê kir.

Hejmarek nûnerên saziyên pêwendîdar jî li fuarê amade bûn.

Li gel makîneyên cotkariyê, derman û gubre, berhemên xwarinê jî tên nîşandan.

Koordînatorê Fuara Fuara Xwirek, Çandinî û Ajeldariyê ya Expoyê Veysî Uygun li ser fuarê got:

“Ji parêzgehên derdorê yên wekî Şirnex, Bedlîs, Îdir û heta Agiriyê cotkar û ajeldar beşdarî fuarê dibin.

Em li Wanê mazûvaniya hemûyan dikin.

Bi vî awayî liv û tevgera cotkar û ajeldarên me çêdibe.

Di heman demê de berhemên xwarinê tên nîşandan.

Em cih didin berhemên xwemalî yên 81 parêzgehan û xelkê me dikare were û tam bike.”

Parêzgeha Wanê li gel zivistana xwe ya dijwar navendeke girîng a ajeldariyê ye jî.

Endamê Desteya Birêvebirina Borsaya Bazirganiyê ya Wanê da zanîn, kesên ku bi çandinî û ajeldariyê re mijûl dibin di ser 60 salî re ne û divê ciwan jî karibin bixebitin.

“Alîkariya parêzgeha me zêde ye”

Endamê Desteya Birêvebirina Borsaya Bazirganiyê ya Wanê Turguy Ozak anî ziman:

“Wan li ser asta Tirkiyeyê navendeke girîng a çandinî û ajeldariyê ye.

Li Tirkiyeyê bi giştî 44 milyon ajelên biçûk hene û nêzîkî ji sedî 10ê wan ku dike nêzîkî 4 milyon ajelan, li parêzgeha me ne.

Di şert û mercên zehmet de em cotkarî û ajeldariyê didomînin.

Lewma ji bo aborî, ajeldarî û gastronomiya Tirkiyeyê alîkariya parêzgeha me zêde ye.”

15emîn Fuara Xorak, Çandinî û Ajeldariyê 16ê Nîsanê dest pê kir û dê 5 rojan berdewam bike.

Her wiha 80 kompanya beşdar bûne û Birêvebiriya Daristan û Çandiniyê dê her roj şitlan belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst