Serok Barzanî: Hêvîdar im ev cejn ji bo mirovatiyê aştî û aramiyê bîne

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo Cejna Remezanê peyamek belav kir û got, "Ji xwedayê mezin hêvîdar im ku ev cejnê aştî, xêr û aramiyê ji bo hemû mirovatiyê bîne."

Serok Mesûd Barzanî bi bi helkefta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Bi helkefta hatina cejna remezana pîroz, pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê dikim.

Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da hêviya xweşî û aramiyê ji bo xelkê xweşdiviyê Kurdistanê re dixwazim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl bike û ev cejnê aştî û xêr û aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê bîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst