Rêveberiya Xweser dema wergirtina genim dirêj kir

31-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi biryarekê dema wergirtina genim ji cotkaran heta 4ê Tebaxê dirêj kir.

Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo berjewendiya giştî û berdewamiya cotkaran li ser şandina genimê xwe bo navendên wergirtina genim, wan biryar daye ku dema wergirtina genim heta 4ê Tebaxê dirêj bikin.

Beriya niha Rêveberiya Xweser gotibû, her bazirganek genim radestî wan neke, dê li gorî yasayan bê cezakirin û dest bi ser genimê wî de jî bê girtin.

Ev yek di demekê de ye, ku heman desteyê îro ragihandiye, genimê ku îsal ji cotkaran hatiye wergirtin, ji bo pêwîstiyên xelkê navçeyê têra salekê nake.

Hevserokê Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Mihemed el-Dexîl ragihandiye, heta niha wan tenê 388,000 ton genim ji bo ard ji cotkaran wergirtine û tenê nêzîkî 75,000 ton genim bo tov wergirtine.

Bi gotina wî berpirsê Rêveberiya Xweser,  ji bo pêwîstiyên xelkê navçeyê di salekê de pêwîstiya wan bi 600,000 ton genim heye.

Di 23ê Gulana 2022an de Rêveberiya Xweser kirrîna kîloyek genim ji cotkaran bi 2,200 lîreyên Sûrî nirxandibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst