Li Kobaniyê 133 hezar ton genim ji cotkaran hatiye kirîn

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Kobanî Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, wergirtina genimê ji cotkaran rawestandiye, bepirseke wê jî got ku tenê li Kobaniyê 133 hezar ton genim, ji cotkaran hatiye wergirtin.

Hevseroka Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Kobaniyê Gulistan Şêx Ehmed derbarê wergirtina gemim de daxuyanî da medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Gulistan Şêx Ehmedê got, wan îsal ji cotkaran 133 hezar ton genim kiriye û beşek jê di sayloyên Çelebiye, Rûvî, Sirîn û meydanên wan de û beşeke din jî ku nêzîkî 40 hezar ton in ji bo sayloyên Minbic, Hesekê û Reqayê hatine şandin.

Wê berpirsa Rêveberiya Xweser herwiha got ku dê di demeke nêzîk de pereyên genim yê hemû cotkran bêne dayîn.  

Li gorî berpirsên Rêveberiya Xweser ji bo ard û tov pêwîstiya navçeya wan bi 60 hezar ton genim heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst