Rêveberiya Xweser: Em dê hemû genim û pembo bikirin

16-04-2024
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Genim Pembo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Rêveberiya Xweser ragihand ku dê îsal jî hemû berhemên genim û pembo ji cotkaran bikirin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandiniyê yê Rêveberiya Xweser Ehmed Yûnis ji North Pressê re ragihand, dê di van rojên bê de nirxê kirîna kîloyekî genim diyar bikin û dê nirx li gorî pîvanên cîhanî bin.

Ehmed Yûnis herwiha diyar kir ku ew dê pembo weke berhemeke serekî dibînin û ew dê hemû berhemê pembo yê cotkaran jî bikirin.

Berî niha Rêveberiya Xweser gotibû, ew dê ceh nekirin û cotkar dikarin berhema xwe bifroşin derveyî herêmên Rêveberiya Xweser.

“Bihayê genim çiqasî zêde be ji me re baş e”

Cotkarê bi navê Bengîn Hecî Ehmed yê ji gundê Endîwerê  Dêrikê  ji Rûdawê re axivî û got:

“Baran îsal baş bariya û rewşa genimê me û zadên me baş e.

Rêveberiya Xweser îsal jî gotiye dê hemû genimê cotkaran bistîne.

Sala borî bi 43 sentên dolarên Amerîkayê kirîn.  Îsal bihayê genim eşkere nekiriye.

Bihayê îsal çiqas zêde be ji bo me jî ewqasî baş e. Em gelekî mesrefê li genim dikin. Her mesrefên em li genim dikin em bi dolaran distînin.”

Sala borî Desteya Çandiniyê milyonek û 300 hezar ton genim ji cotkaran kiribû.

Desteya Çandiniyê sala borî nirxê kîloyeke genim bi 43 sentê Amerîkayê ji cotkaran kirîbû.

Herwih Desteya Çandiniyê tonek pembo jî bi 800 dolarî ji cotkaran kirîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst