Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genim kir: Cotkar aciz in

30-05-2024
RÛDAW
Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genim kir / Wêne: Rûdaw Grafîk
Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genim kir / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser Genim Cotkar Nerazîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li aliyekî dest bi wergirtina genim kir û li aliyê din jî cotkarên ji bihayê genim nerazî ne û xwepêşandanê dikin.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, dest bi wergirtina genimê cotkaran kir.

Ji bo vê yekê 35 navendên wergirtina genim hatine diyarkirin.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bihayê kirîna her kîloyekî genim bi 31 sentên Amerîkî diyar kiriye.

Cotkar xwepêşandanê dikin û daxwaza wan ew e ku bi kêmanî her kîloyekî genim bi 45 sentan be.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên xelkê û cotkaran berdewam dikin.

Sala 2023yan Rêveberiya Xweser her kîloyek genim bi 43 sentan ji cotkaran standibû.

Siyasetmedarê Kurd Hesen Salih ku bi xwe jî beşdarî xwepêşandanan dibe bû mêvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ku Dilbixwîn Dara pêşkêş dike.

“Divê Rêveberiya Xweser ji xelkê re baş be”

Hesen Salih diyar kir ku hem Kurd û hem jî Ereb xelkê herêmê bi tevahî ji diyarkirina bihayê genim aciz in.

Li gorî gotina Hesen Salih her tişt biha ye lê bihayê genim erzan e.

Hesen Salih di berdewamiya axaftina xwe de behsa daxwazên xelkê kir û got:

“Xelk dê haziriya xwe bikin, genimê xwe bişînin tahbê bibînin û dê bihayê wî gelekî kêm be.

Ev xelkê xemgîn dike. Sala borî bihayê genim 43 sent bû.

Her tişt biha kirin, mazot biha kirin, nan biha kirin, çi wateya wê heye ku bihayê genim wisa dihêlin.

Îsal xweş bû baran hebû û cotkaran hêvî dikir ku dê îsal rewşa wan baş be. Çavê hemû kesî li xwepêşandana ye, li bihayê genim e.

‘Dixwazin ew kesên mane jî koçber bibin’

Dixwazin ew kesên mane jî koçber bibin û nemînin. Rêveberî Xweser divê ji xelkê re baş be.

Bihayê genimê rejimê ji yê Rêberiya Xweser zêdetir e, bihayê genimê Herêma Kurdistana Îraqê jî ji yê wan zêdetir e.

Madem eger nikarin zêde bikin bila rê bidin xelkê ku genimê xwe bibin li cihekî din li derve bifiroşin.

Rêveberiya Xweser madem rêveberiyeke demokratîk e bila guh bide xelkê ji xelkê re xizmetê bike.

Li pêş Şaredariya Qamişloyê dê xwepêşandana me berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst