Lı Sûriyê tevî daketina buhayê dolar bazirgan nirxê kelûpelan danaxin

29-07-2020
RÛDAW
Tevî ku nirxê lîreya Sûrî beramberî nirxê dolar bi baş bûnê ve diçe, lê nirxên pêdiviyan weke xwe buha mane
Tevî ku nirxê lîreya Sûrî beramberî nirxê dolar bi baş bûnê ve diçe, lê nirxên pêdiviyan weke xwe buha mane
Nîşan Dolar Lîreyê Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hersê rojên derbasbûyî de, nirxê lîreyê Sûrî beramberî nirxê dolar ber bi başbûnê ve çû, lê li bazaran nirxên pêdiviyên rojane wek xwe buha man, vê yekê karvedanên tund ji aliyê welatiyên Sûriyê ve li pey xwe anî.

Tevî ku nirxê lîreya Sûrî beramberî nirxê dolar roj bi roj ber bi baş bûnê ve diçe, lê nirxên pêdiviyan hêjî weke xwe buha mane. Xelk gazinan ji buhabûnê dikin dibêjin, tevî lîreya sûrî li hemberî dolar hinekî baş bûye, wê demê çima erzanî çênabe?

Li bazara reş, 27ê Tîrmeha 2020an  hezar û 70 lîre bermaberî 1 dolarî kirîn û firotin ligel hat kirin. Ev yek di dema ku li Banka Navendî ya hikûmetê, 1256 lîre beramberî 1 dolarî hatiye destnîşankirin û divê ligel vî nirxî miamele li bazaran bi nirxên pêdiviyan bê kirin, lê hê jî wek Hezîrana derbasbûyî ku 3100 lîre beramberî 1 dolarî bû miamele ligel pêdiviyan tê kirin, wate bazirgan û dikandar pabend nebûne.

Li gor aborînas û çavdêran ev bêserûberî li bazarên Sûriyê li çend sedema vedigere ji wan: Veşartina pêdiviyan û nebûna hevrikiyê, wate Bazirgan û dikandar pêdiviyan rojane vedişêrin daku buhabikin û herwiha  nebûna hevrikiyê di warê pêdiviyên xwarinê de jî kontrola bazarê jidest da. Lawazbûna berhemanînê ji ber kêmbûna hawirdekirina keresteyên seretayî û herwiha êmê xwedîkirina mirîşkan. Lawazbûna çavdêriyê hikûmetê nav bazaran û pabendnebûna bazirgan û dikandaran bi lîsteya nirxan a wezareta bazirganiyê. Rawestandina piştîvanîkirina projeyên berhemanînê ji aliyê hikûmetê ve daku berhemê xwecihî geş bibe. Bandora nerênî ya Cezayên Yasaya Qeyserê li ser Sûriyê, kir ku aboriya welat bi tevahî kontrola xwe jidest bide.

Ji aliyê xwe ve, Banka Navendî ya Sûrî, hişyarî da bazirgan û weltiyan, ku çênabe kirîn û firotinê ligel xurdekirina pereyan derveyî lîsteya hikûmetê bikin, ku ev yek dibe sedema jinavbirin aboriya niştîmanî, eger na, wd rûbirûyî lêpirsîna yasayî û cezayên bê mînak bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst