Daketina nirxê lîreyê Sûrî rewşa xelkê xirabtir kiriye

06-07-2023
Hisên Omer
Nirxê lîreyê Sûrî careke din daket
Nirxê lîreyê Sûrî careke din daket
Nîşan Lîreyê Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Careke din li bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxê lîreya sûrî li hember dolar daket û gihişteke astekê ku ji 12 salan borî ve nehatibû dîtin. Roja 6ê tîrmeha sala 2022yan, 1 dolar bi 3985 lîreyên sûrî dihat firotin. Lê di heman roja 6ê tîrmehê de, sala 2023an li bazarên Sûriyê, li Heleb 1$ bi 9850 L.S dihat firotin, li Hesekê 1$ bi 9560 L.S dihat firotin, li Şamê 1$ bi 9550 L.S dihat firotin, li Îdlibê 1$ bi 9450 L.S dihat firotin.

Mistefa Xelîl, şarezayê di warê aborî de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bandora daketina nirxê lîreya sûrî li ser bazaran kir.

Şarezayê aborî Mistefa Xelîl got, “Daketina nirxê lîreyê karesateke mezin bi ser xelk de tîne, dema ku nirx ji %10 dadikeve kelûpel ji %15 bilind dibin.”

Piştî asayikirina peywendiyên welatên Erebî li gel Sûriyê, hikûmeta wî welatî hêvî dikir ku alîkariyên aborî ji welatên Erebî bigihêjin Sûriyê û rewşa aborî baş bibe û bihayê lîreya sûrî li hember dolar baş bibe. Lê heta niha berûvajî hêviyên hikûmeta Sûriyê, lîreya sûrî ji her demê bêhtir li hember dolar daketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst