Dolar li hember Lîreyê Sûrî rekoreke nû tomar kir

11-07-2023
Hisên Omer
Nîşan Sûriye Lîreyê Sûrî Dolarê Amerîkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hember Lîreyê Sûrî li ser tomarkirina rekorên xwe berdewam e û roja Duşemê li bazarên Helebê her dolarekî Amerîkî bi 10100 Lîreyên Sûrî hat firotin.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, ev yekemîn car e ku nirxê dolar digihe 10000 Lîreyên Sûrî.

Berî destpêkirina kirîza Sûriyê, û di sala 2011ê de her dolarekî Amerîkî bi 48 lîreyên Sûrî bû.

Roja Duşemê, Banka Navendî ya Sûriyê nirxê fermî yê Lîreyê Sûrî li hember dolar guherî û ji 8500 Lîreyên Sûrî kir 8800 lîre.

Lê li bazara reş a bazirganîkirina bi diravan, 1 dolar li Şamê bi 9900 L.S, li Helebê bi 10100 L.S, li Îdlibê bi 9880 L.S û li Hesekê jî bi 9920 L.S tê firotin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve heta niha, lîreyê Sûrî li bazara reş ji sedî 99 ji bihayê xwe ji dest daye.

Lêbelê, daketina nû ya bihayê Lîreyê Sûrî hevdem bû bi jinûve destpêkirina pêwendiyên Sûriyê û piraniya welatên erebî re piştî navbereke dirêj, ku çaverêya rola welatên Erebî di qonaxa nûavakirinê de ye. Di demekê de ku welatên rojavayî sizayên aborî yên tund li ser Sûriyê ferz kirine.

Şam her tim sizayên aborî wek sedema sereke ya berdewamiya têçûna rewşa aboriya xwe dibîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst