QAMIŞLO - Pere bi tûrik û telîsan tên veguhastin

23-08-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Qamişloyê pere bi tûrik û telîsan tên veguhastin
Li Qamişloyê pere bi tûrik û telîsan tên veguhastin
Nîşan Dolar Qamişlo Lîreyê Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê eger kesek 100 dolarî hûr bike û bike lîreyê Sûrî dê kîs an tûrek tijî bibe.

Li Rojvayê Kurdistanê, pereyê Sûriyeyê roj li pey rojê bihayê xwe ji dest dide.

Li bazara Qamişloyê rewş wiha bûye ku pereyê Sûriyeyê bi tûrik, telîs û erebokan têne veguhastin.

Di van çend rojên dawî de, yek dolarî Amerîkayê 15 hezar lîreyê Sûrî derbas kirine.

"Dolar îro roj hêja ye 15-16 hezaran"

Zêringerê ji bajarê Qamişloyê Mihemed Xêr Remezan Rûdawê re behsa vê rewşê kir:

“Dolar îro roj hêja ye 15-16 hezaran, gelek ziyana vê yekê heye. Ji bilî zêr karên din jî rawestiyane. Eger ne xwarin û vexwarin bin, kar rawestiyaye.

Gelekî zehmet e, hemû bi saya kesên li derve ye. Ji sedî 75 ji kar û tevgera me li ser hewaleyan e. Kesên li derve dişînin, ciwamêr kêmasiyê nakin.

"Karê me hemû li ser wan e"

Silav û rêz ji kesên li derve re, kêmasiyê nakin, xwedîrûmet û ciwamêr in, bi kêmanî 100 dolarî yan 100 euroyî dişînin. Wekî din, karê me hemû li ser wan e. Bazara xwarin û vexwarinê ya zêran jî.”

Bi gotina zêrînger Mihemed Xêr Remezan, nirxê zêr li gorî daketin û derketina bihayê lîre, ne cîgir e.

Hinek kes zêrên xwe difiroşin daku derkevin derveyî welat û koçber bibin.

Hinek jî ji derve pereyan dişînin ji bo ku kesûkarên wan zêran bikirin.

"Pere ji derve ji wan re tên"

Mihemed Xêr Remezan herwiha got:

“Higulîsk be, guhar be, yên ku tiştên wiha dikirin jî, pere ji derve ji wan re tên. Bi rêya hewaleyan lê yên ku li vê derê dijîn, ji wan re gelekî zehmet e zêr bikirin.

Hin caran tên dibêjin, 2 milyonên Sûriyeyê bi me re ne, em ji wan re dibêjin, nîne.

Dibêjin, guharekî bi 2-3 milyonan, em dibêjn nîne. Rojê 3-4 caran biha diguherin.

"Îro grama zêr bi 855 hezar lîreyên Sûrî ye"

Îro grama zêr bi 855 hezar lîreyên Sûrî ye, ji bilî heqdest û karên din.

Li cîhanê bazara zêr neguheriye lê li vê derê li hemberî lîreyê Sûrî û dolar guheriye.”

Bêhtir ji 12 sal û 5 mehan di ser krîza Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re, derbas bûne.

Berî 2011an, bihayê lîreyê Sûrî li beramberî dolarekî derdora 40-45 lîreyan bû.

Nirxê grama zêrê 21 eyar jî, derdora 2 hezar lîreyan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst